Cansû Ozdemîr bertek nîşanê hikûmeta alman da
Parlementera Almanyayê Cansû Ozdemir dîmenên têkildarî serbest berdana endamên DAIŞê parve kir û têkiliyên Almanyayê yên bi HTŞê re rexne kir.

Parlementera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkayên Derveyî Cansû Ozdemir li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê dîmenên têkildarî serbestberdana çeteyên DAIŞê yên li Reqayê weşandin.
Cansû Ozdemir di parvekirina xwe de navnîşana hesabê fermî yê Hikûmeta Alman jî destnîşan kir û got: “Ez we pîroz dikim Hikûmeta Alman. Binêrin dostên we yên nû bi serbestberdana çeteyên DAIŞê karek pir baş dikin.”

