Çapemeniya cîhanê: Kurd ji mizakereyan tên dûrxintin
Di çapemeniya cîhanê de nîqaşên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên navneteweyî berdewam kini. Di nûçe analîzan de tê diyarkirin ku siyaseta navdewletî hewil dide ku kurdan ji mizakereyan dûr bixe û balê dikişîne ser dorpêça li ser Kobaniyê. Tê bi bîr xistin ku Kobanê ji bo gelê kurd ne tenê bajarek di heman demê de hişa neteweyî ye.

Di çapameniya cîhanê de nûçe û analîzên di 5ê sibata 2026an de derketin xwedî çarçoveyeke hevpar in. Di wan nûçe û analîzan de qala mijarên wekî yi Rojhilata Navîn siberoja kurdan ya siyasî, dorpêça li ser Kobaniyê û li Avrupayê fikarên diyasporaya kurd tên nirxandin. Medya Alman û Firansî diyar dikin ku kurd hem li qadê û hem jî li ser maseyê bi xetereyên mezin re rû bi rû ne.
Le Monde: Kurd bi êrişên mezin re rû bi rû ne
Rojnameya Le Monde ya Fransayê di nivîseke xwe de dide zanîn ku kurd li Sûriyeyê bi zext û êrişên mezin re rû bi rû ne. Rojname diyar dike ku kurd di şerê têkbirina DAIŞê de lehengê senbola têkbirinê ne lê îro Kobaniya xwedî rist û rola têkbirina çeteyên DAIŞê careke din di bin dorpêçê de ye û bi xetereyan re rû bi rû ye.
Rojname aşkera dike ku helwest û piştgiriya Amerîka û welatên Rojava ya ji bo kurdan guheriye û wiha dinivîse: “Kurd berê wekî hevkarên ‘stratejik’ dihat dîtin lê îro di nava hevsengiya heremê û cîhanê de hesabê kurdan zêde naye kirin.” Rojname destnîşan dike ku ji ber vê siyasetê li cih û warên kurd lê dijîn valahiyeke mezin ya ewlehî û siyasî çêbûye.
‘Kurd ji mizakereyan tên dûrxistin’
Le Monde bal dikşîne ser Kobaniyê û qampên sivîlan ên li derdora Kobaniyê û wiha dinivîse: “Li Kobanê û qampên li derdora Kobaniyê krîza tenduristî, krîza pêdiviyên wekî xwarin û vexwarinê her wiha krîza perwerdeyê her diçe girantir dibe. Qrîza ji vana jî girantir ev e ku kurd ji mizakereyên navneteweyî tên dûrxistin.”
Qanala RTL: Divê kurd hêzeke pêvajoyê bin
Televîzyona RTL ya Fransî balê dikişîne ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot a welatên Rojhilata Navî û destnîşan dike ku di vê serdanê de sitatûya kurdan mijara sereke ye.
Li gorî nûçeyê Barrot dê di hevdîtinên xwe yên li Sûriyeyê, Irak û Lubnanê de ji aliyên hevdîtinê bixwaze ku maf û statûya kurd li Sûriyeyê di destûra bingehîn de bê bicîhkirin. Her wiha RTL vedibeje ku Barrot dê bixwaze ku kurd li Sûriyeyê ne wek kêmnetewe wekî hêza siyasî ya siberojê xwedî gotin bê nasîn.
RTLê her wiha cih da nêrînên Barrot ên têkildarî armanca hevdîtinê û ev agahî dan: “Kurd li Iraq û Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de hevalbendên herî xurt ên Hevpeymana Navneteweyî bûn û divê ev neye piştguhkirin.” RTL diyar dike ku Fransa mafên kurdan yên dîplomatîk diparêze lê ve parastina têrê nake ku di dereceya afirandina hevsenga hêzan de netîceyên şênber dernaxe holê.
Ostsee-Zeîtung: Diyasporaya kurd bi fikar e
Rojnameya Alman Ostsee-Zeitung jî çîroka ciwaneke kurd yê ji Kobaniyê ku li Rostockê dijî kiriye mijara weşana xwe. Agahiya rojnameyê aşkera dike ku şerê li Rojhilata Navîn bandora derûnî li ser jiyana kurên diyasporayê dike. Ciwanê kurd ê ji rojanameya Ostsee-Zeitungê re diaxive balê dikişîne ser rewşa malbata xwe û wiha dibêje: “Ez pir caran nikarim têkilî bi malbata xwe re daynim. Her roj bi tirs û fikara ku agahiyeke din ya xirabtir bibihîzim dijîm. Ciwan dide zanin ku ew li gel ku li Almanyayê di xetereyê de nîn e jî bi awayê hişî her tim wek di nava şerek de xwe hîs dike.”
‘Kobanê hişmendiya neteweyî ye’
Rojname di nûçeyê de aşeka dike ku kurd bi xwepêşandanan, bi qampanyeyên alîkariyê û bi rê û rêbazên medya dijîtal hewil didin dengê xwe bigihijînin raya giştî lê hikûmetên Avrupayê li henber rewşê tu gaveke şênber navêjin. Rojname dibêji ku Kobanî ji bo kurdan ne tenê bajarek e, Kobanê ji bo kurdan nasname û hişmendiya hevgirtî ya neteweyî ye.


