Çapemeniya cîhanê: Li dijî helwesta DYA û Awrupayê bertek didomin

Êrişên li dijî Rojava didomin, helwesta DYA û Ewropayê ya li hemberî Sûriyeyê bû sedemê bertekên çapemeniya cîhanê.

1 deqe xwendin
Çapemeniya cîhanê: Li dijî helwesta DYA û Awrupayê bertek didomin

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Sûriyeyê yên li ser Rojava didomin. Polîtîkayên DYA û Ewropayê yên li dijî Rojava di manşetên çapemeniya cîhanê de cih girt. Gelek dezgehên medyayê destnîşan kirin ku pişgirtiya HTŞê ji aliyê DYAyê ve ne li gorî helwesta têkoşîna li dijî DAIŞê ye. 

 The Telegraph, di nûçeya bi sernava “Welatên rojava, mutefikên xwe li deverek bi xwîn terk kir” û destnîşan kir ku li gorî raya giştî helwesta DYAyê ya zirarê dide têkoşîna li dijî DAIŞê, deverên di bin kontrola HSDê bi salan e ewle bûn lê piştî HTŞê bûne deverên bi xeter.

 The Forbesê jî gotarek bi sernava “Gotina Ewropayê ya der heqê Sûriyeyê de, ne li gorî hilbijêrên wê ye” weşand. Di gotarê de helwesta siyasetmedarên Ewropayê ya li li hemberî Rojava hat rexnekirin û wiha hate gotin: “Ewropa gotina xwe ya der heqê Sûriyeyê de nikare bi raya xwe bide bawerkirin. Têkiliyên bi Ahmed el-Şera re di heman demê de hiştina hevalbendên xwe yên Kurdên ku Dewleta Îslamî re şer kirine, ev di heman demê de li gorî nêrîna hilbêjên wan nêrînek sexte ye.”

 The Jerusalemê jî di manşeta xwe de got: “Hêzên Sûriyeyê pêş ve diçin; Kurd li dijî êrişên cîhadîstan di serferberiyê de ne.” Di berdewama nûçeyan de ev tişt hate gotin: “HTŞ, ji aliyê dewletên Rojava û welatên herêmê ve bi lez wek hikûmetekî rewa hat naskirin lêbelê rêxistina Şera ji destpêkê ve rêveberiyek ne li rê û bêbandor bi rê ve bir.”

 Berdana DAIŞiyan a ji aliyê HTŞê ve bû rojeva çapemeniya cîhanê. Rojnameya Frankurter Allhemeine Zeitung (FAZ), nûçeyek bi sernava “Piştî kurd ji warên xwe hatin kirin, DAIŞê ji nû ve alên xwe daliqand” weşand.

 The Reutersê jî di nûçeya xwe de bal kişand ser agirbesta ku 15 rojan hatiye dirêjkirin û got ev agibrst dê bibe nefesek ji bo herêmê.

 The Guerdianê jî bal kişand ser agibestê û nûçeya bi sernava “Sûriyeyê û hêzên kurd, rexmê gefa şer agirbest dirêj kirin.” Rojnameyê diyar kir ku rexmê agirbestê binpêkirin didomin. 

 Financial Times a li Îngîltereyê di nûçeya bi sernava “Piştî DYAyê hevpeymanên xwe di rê de hişt, kurdên Sûriyeyê ketine pozîsyona parastinê.” Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku helwesta DYAyê bi xwe re guhertinek cidî di têkiliyên DYA-kurdan de çêkiriye. Di heman demê de bal kişand ser agirbestê û ev tişt hat gotin: “Agirbest, tevî pevçûnên giran hesasiyeta xwe diparêze.”