Cejna hevpar a gelan | Yasemîn Elban

Beriya her tiştî divê di sêrî de bê destnîşankirin ku Newroz ne tenê di nav kurdan de, di nav gelên din de jî wek cejn tê pîrozkirin.

1 deqe xwendin
Cejna hevpar a gelan | Yasemîn Elban

Beriya her tiştî divê  di sêrî de bê destnîşankirin ku Newroz ne tenê di nav kurdan de, di nav  gelên din de jî  wek cejn tê pîrozkirin. Di sêrî da gelên Aryen yên milê Îranê, gelên Qafqas û her wekî din, gelên din. Helbet her gel li gor çand, bawerî û civaka xwe wateyê dide cejna Newrozê.  Pîrozkirina cejna Newrozê her çiqas li hemû deveran bişibe hev jî, lê  her neteweyek li gor çand û baweriyên xwe pîroz dikin.  Em  bi kurtasî li ser bisekinin ka gelo neteweyên din çawa cejna Newrozê pîroz dikin û bîr û baweriyên wan ê li ser Newrozê çi ne.

Wekî tê zanîn, wateya newrozê New (nû) Roz (roj) ango roja nû tê pejirandin. Bi piranî jî wekî serê salê tê qebûlkirin. Gelek netewe vê rojê wekî cejna biharê bi şahî pîroz dikin. Li gorî salnameya Îranê ya ku ji aliyê şah ve hatiye pejirandin dibe sala 2569’an, li gor salnameya Zerdeştiyê 3748’an û li gor salnameya misilmanî dibe sala 1389’an. Li gor şiiyan Newroz roja ji dayikbûna hezretî Elî ye. Dîsa li gor  baweriya îraniyan, Xwedê roja Newrozê, dinya û însaniyet afirandiye. Padişahê wan ê yekemîn “Cem”, cara ewil derdikeve li ser text, gel cewher diavêjine li ser û ew roj  taca serê wî diçirise ji wê rojê re jî Newroz hatiye gotin.

Gelek netewe cejna Newrozê pîroz dikin, lê nêzîkbûna kurdan, bi taybetî jî van salên dawîn cuda ye.  Ev cudahî bingeha xwe ji mîtolijiya Kawayê Hesinkar û hikumdarê zalim Dehaq hildigire. Ji ber wê jî Newroz ji bo kurdan bi wateyek din tê pêşwazîkirin. Welatparêzên kurd bitaybetî jî yên bakur cejna Newrozê wekî cejna berxwedan û tekoşînê  pîroz dikin. Li gor mîtolojiya Kawayê Hesinker, tê gotin ku beriya miladê di salên 612’an de hikumdarekî bi navê Dehaq, pir zalim bûye. Du birîn li ser milên wî vebûne, wî bi mejiyê zarokên kurd ve birinên xwe derman kirine û pê aram bûye. Li wî welatê yekî bi navê Kawayê Hesinkar hebûye, heft kurên wî birine sere wan jêkirine û mêjiyê wan wekî derman danîne li ser bîrinên Dehaq. Dû re dor hatiye kurê wî yê dawîn, lê wî  xwestiye êdî serî rake û dawî li vê neheqiyê bîne. Gava berdestên Dehaq tên ku kurê wî bibin ew dibêje; “Ez ê bi destê xwe mejiyê kurê xwe pêşkêşî Dehaq bikim,”  Serê ewil diçe kesên der û dorên xwe şiyar dike ku ew jî li hemberî neheqiyê serî rakin, bi dûv re ji xwe re  şûrekî taybet çêdike. Gava digihêje li ba Dehaq şûrê xwe li dewsa kurê xwe, li serê Dehaq dixe. Kawayê Hesinkar piştî ku Dehaq dikuje, derdikeve li ser banê serayê agireke gur vêdixe. Ji xeynê vê destanê, der barê&