Cemîl Bayik: Divê Tirkiye hesabên şaş neke
Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a li Stêrk TV de bersivên pirsên rojnameger Ersîn Çaksû yên têkildarî geşedanên piştî hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şandeya DEM Partiyê, da.

Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a li Stêrk TV de bersivên pirsên rojnameger Ersîn Çaksû yên têkildarî geşedanên piştî hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şandeya DEM Partiyê, da.
Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik re, bi vî rengî ye;
Şandeya DEM Partiyê li ser pêşiyara Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe bi partî û kesayetên siyasî re didomîne. Hûn vê rojevê çawa dinirxînin?
Her çiqas şande çûbûn gel Rêber Apo jî, tecrîd ranebûye û dewam dike. Di nava şert û mercên tecrîdê de Rêber Apo nikare rola xwe bilîze. Eger Dewleta Tirk bi rastî dixwaze pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin, di nav wan de pirsgirêka kurd, pirsgirêka esas e. Ev yek di mehên dawî de jî gelek diyar bû. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, divê tecrîd bi dawî bibe. Di nav şert û mercên tecrîdê de, daxwazan ji Rêber Apo dikin. Ev yek ne mirovî, ne exlaqî û ne jî hiqûqî ye. Di bin tecrîdeke mutlaq de, Rêber Apo wê çawa bikare rola xwe pêk bîne. Yanî ji bo pêk bîne, divê ew şert û merc hemû bên guhertin. Rêber Apo divê bi rengekî azad bikare rola xwe pêk bîne. Rêber Apo dibîne ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di pirsgirêkên giran re derbas dibin. Lewma dixwaze van pirsgirêkan çareser bike. Yanî rolekî dîrokî digire ser milê xwe. Dixwaze xizmetekî mezin ji bo gelê kurd, gelê Tirkiye, gelên Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê bike. Rêber Apo li ser vî esasî deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê, belav kir. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan manîfestoyek e. Di wir de Rêber Apo bi aşkere nêrînên xwe anî ziman. Pir aşkere da diyarkirin ku wê pirsgirêk çawa bên çareserkirin. Dema ku Rêber Apo ev 7 xal diyar kirîn, vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de rehetbûnek çêkir. Vê yekê pêşeroja gelê Tirkiyeyê da diyarkirin. Lewma em dibêjin ev manîfestoyek e. Çawa Rêber Apo, wezîfeya xwe bi vî rengî bi aşkere da diyarkirin, divê Dewleta Tirk jî bi aşkere fikir û nêrînên xwe diyar bike. Şandeya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kirî, daxuyanî da û got, Dewleta Tirk zelal nîne. Çawa ku Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareserî pêş xist, divê Dewleta Tirk jî ji bo çareseriyê nêrîna xwe bi aşkere bîne ziman. Dê çi bersivê bidin, dê çi gavan bavêjin, divê diyar bikin. Her kes li benda vê yekê ye. Dewleta Tirk di vir de gavan naavêje, lewma ev yek gumanan çêdike. Divê ev guman rabin.
Di navenda deklarasyonê de, demokratîkbûn heye. Yanî, Tirkiye wê çawa bibe welatekî demokratîk? Heta ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş nekeve, pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din jî çareser nabin. Her kes vê dizane. Her ku diçe jî guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin, van pirsgirêkan hîn mezintir dike. Niha li ser Kurdistanê şerekî mezin diqewime. Ji ber ku ji Hamas destpê kir, ji Hîzbûllah destpê kir û piştre jî li Sûriyeyê rejîma Baas hilweşiya. Şerekî wiha pêş ket ku, êdî gihişte Kurdistan. Li vir Kurdistan wê qedera her kesê diyar bike. Lewma hinek navend hene, li ser Kurdistanê şer dikin. Yanî kê Kurdistan bi dest xist, ew ê encam wergire. Rêber Apo ne tenê pirsgirêkannîşan dide, çareseriya pirsgirêkan jî diyar dike. Yanî bi vî rengî mesûliyeta xwe ji bo gelê kurd, gelê Tirkiye, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk tîne. Li beramberî vê yekê divê her kes mesûliyeta xwe diyar bike, Dewleta Tirk gav bavêje, lewma şande dibêje guman hene. Eger wiha dewam bikin, wê demê dê guman hîn zêdetir bibin. Pirsgirêka Tirkiyeyê demokratîkbûn e. Dewleta Tirk tu caran ji bo demokratîkbûnê gav naavêje. Ji ber ku eger demokratîkbûn li Tirkiyeyê pêş bikeve, ji her kesê zêdetir kurd wê sûd ji vê yekê bigirin. Ji bo ku kurd sûd jê negirin, Dewleta Tirk demokratîkbûnê pêş naxe. Eger ku demokratîkbûn pêş nakeve, sedemê vê yekê pirsgirêka kurd e. Ji ber ku dixwaze Kurdan ji holê rake. Yekê xwedî vê zihniyetê be, demokratîkbûnê pêş naxe. Sedemê ku heta niha li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş neketiye, ev e. Niha Tirkiye gihiştiye qonaxekê, êdî nikare weke berê dewam bike. Ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn şert e. Eger demokratîkbûnê qebûl nekin, zihniyeta xwe li ser vê esasê neg


