NRLS: Li Sûriyeyê bi sed hezaran kes koçber bûn, bi sedan kes winda ne

Li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd revandin û talankirina malan didome

1 deqe xwendin
NRLS: Li Sûriyeyê bi sed hezaran kes koçber bûn, bi sedan kes winda ne

Êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Rojava û deverên din ên Rêveberiya Xweser bûne sedema bîlançoyeke giran. Ji ber van êriş û aloziyan li herêmê karesateke mezin a mirovî derketiye holê. Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bîlançoya êrişên ji 6ê çileyê ve aşkere kir.

Li gor NRLSê bi sed hezaran kes koçber bûne, bi sedan şehîd û bi hezaran girtî hene. Li gorî amarên NRLSê, di encama êrişan de heta niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine şehîdxistin. Hat diyarkirin ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene. Her wiha hêzên hikûmeta demkî zêdetirî 2 hezar sivîlan girtine. Di amaran de hat destnîşankirin ku 526 kes winda ne û eqûbeta wan nayê zanîn.

NRLSê da zanîn ku li girtîgehên Şeqîf û Helebê îşkence li hezar girtiyan tê kirin. Ji ber şer û êrişan pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiriye. Heta niha zêdetirî 160 hezar kes ji Helebê koçber bûne û ew ji mal û milkên xwe bûne.

Herwiha ji Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne. Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bajarên rojavayê Kurdistanê jî dorpêç kirine. Dorpêça li ser bajarê Kobanê mehek derbas kiriye û pirsgirêkên jiyanî yên xelkê zêde dibin.