Cenazeyê Evdirehman Zal li gundê wî hate veşartin
Cenazeyê xebtkarê çand û hunera kurdî Evdirehman Zal (Gecîken) li gundê wî yê Xerabêkurê hate veşartin.

Xebatkar û kedkarê çand û hunera kurdî Evdirehman Zal (Gecîken) ku beriya çend rojan krîza dil lê dabû, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Bi beşdariya xebatkarên çand û hunerê û rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bo Zal li ÇandAmedê merasîm hate lidarxistin, piştî merasîmê cenazeyê Zal birin gundê Xerabêkurê yê bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê.
Cenaze li goristana gund hate veşartin. Gelek kes tev li merasîma cenaze bûn û cenaze bi xwendina duayan spartin axê. Piştî veşartina cenaze qerenfîl danîn ser gora wî. Dê ji bo Zal li Mala Şînê ya Çinar Turgutlar ya li navçeya Peyasê şîn were danîn.


