CENTCOM: 5 hezar û 700 DAIŞî veguhestin Iraqê

CENTCOMê ragihand ku wan zêdetirî 5 hezar û 700 DAIŞî veguhestine Iraqê

1 deqe xwendin
CENTCOM: 5 hezar û 700 DAIŞî veguhestin Iraqê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî dawîanîna veguhestina çeteyan ya ji Sûriyeyê bo Iraqê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê veguhestina çeteyan 23 rojan dewam kiriye, zêdetirî 5 hezar û 700 çeteyên DAIŞê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin.

Wezareta Dadê ya Iraqê ragihandibû ku çeteyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin ji wana 270 Iraqî ne, 3 hezar zêdetir Sûriyeyê û yên din jî hemû biyanî ne