Çete êrişî girtîgeha Eqtan dikin
Çeteyên hikûmeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞê tê de ne kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên hikûmeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê kirin ku bi sedan DAIŞî tê de hene.
HSD û YPJê diyar kir ku êrişa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran tên kirin.
Şervanên HSD û YPJê bersiva êrişê didin û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrişan ne.

