Çeteyan êriş kir: 4 xwendekar hatin kuştin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku girêdayî dewleta Tirk e, di roja sêyan de berdewame.

1 deqe xwendin
Çeteyan êriş kir: 4 xwendekar hatin kuştin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku girêdayî dewleta Tirk e, di roja sêyan de berdewame. Çeteyan wargehên xwendekarên zanîngehê yên nêzî taxa Furqan a bajarê Helebê topbaran kirin. Topek li yekîneya 15ˈan a wargehê ket û di encamê de qurbanî çêbûn. Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku di topbarana li ser wargehên xwendekarên zanîngehê de 4 xwendekar hatine kuştin.