Ciwanan dê panela ‘Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan’ pêk bîne
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Wanê bi tevlêbûna siyasetmedarên kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş di 28ê sibatê de bi şira; “Bi rihê ciwantiyî avakirina civaka demokratîk” bi mijara “Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan” panelekê li darbixe.

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar kir ku dê di panelê de li ser mijara “Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan” nîqaş bên kirin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji hemû ciwanan xwest ku beşdarî panelê bibin.


