Erdogan bersiv da Bahçelî: Îmralî ji aliyê Wezaretê Dadê ve tê rêvebirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bersiv da banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo statûya Îmraliyê kirî û bi gotina, “Îmralî ji aliyê Wezareta Dadê ve tê rêvebirin” derî li pêşniyara Bahçelî girt. Bi vê daxuyaniyê dubendiya di navbera Erdogan û Bahçelî de cardin derket holê.

Erdogan li civîna koma partiya de axivî. Erdogan diyar kir ku rapora Komîsyona Meclîsê tenê metneke pêşniyarê ye. Erdogan wiha got: “Qonaxa nû ya pêvajoyê dê destpê bike. Hêvî û bendewariya me ji partiyên din ew e ku sekna xwe ya maqûl, lihevkirinê û demokratîk a li komîsyonê di karên Meclîsê de jî dewam bikin. Li hemberî xwişk û biratiya hezar salî tu navenda fesadê nekarî bisekine. Eger hinek hebin ku bixwazin li ber vê hembêzkirinê rabin, wê li ber vê lehiyê bikevin û ji vê xakê bêne paqijkirin.”
Erdogan nêzîk çareseriyê nabe
Têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya wekî “Divê valahiya statûya Îmraliyê bi rengekî maqûl bi encam bibe” nirxand. Erdogan li ser mijarê daxuyaniyek balkêş da û bersiva, “Îmrali ji aliyê Wezareta Edaletê ve tê birêvebirin” da.
Bersiva Erdogan tê çi wateyê?
Erdogan, bi gotina “Îmralî ji aliyê Wezareta Edaletê ve tê bi rêvebirin” dide xuya kirin ku li ser statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî Devlet Bahçelî nafikir e. Bi vê gotinê dixwaze bêje ku statûyek Îmraliyê heye û ew jî girtîgehek ji hêla Wezareta Dadê ve tê meşandin e. Ev daxuyaniya Erdogan wekî derî girtina li banga Devlet Bahçelî hate nirxandin.


