Çîgdem Kiliçgun: Ji bo me hiqûqa navxeyî lazim e

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de diyar kir ku heta Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava nekin, nikarin bi dewletê re nîqaşa hiqûqî bimeşînin.

1 deqe xwendin
Çîgdem Kiliçgun: Ji bo me hiqûqa navxeyî lazim e

Konferansa ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi diruşmeya “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” hat lidarxistin, didome. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek delege beşdarî konferansê bûn.

Li eywana konferansê pankartên bi Kurmancî “Dem dema yekîtiyê ye” û bi Kirmanckî “Dem demê yewbîyayîşî yo” hatin daliqandin. Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ewil axivî û bal kişand ser êşên di dîroka Kurdistanê de hatine jiyîn û diyar kir ku sedema sereke ya berdewamiya şer û van êşan, nebûna yekîtiyê ye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de gelek êş hatine kişandin û got: “Sedem pir in, lê sedema ku herî zêde dilê me dêşîne ew e ku gelê Kurd hîn jî yekîtiya xwe ava nekiriye.”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît balkişand ser pêşketina ruhê neteweyî û wiha axivî: “Dema êrişên li ser Rojava pêk hatin, gelê Kurd derket qadan û bi yek dengî got ‘Yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ û ruhê yekîtiyê da avakirin. Îro li ser herêmê û Îranê planên qirêj tên meşandin. Pêwîst e êdî guh bidin dengê gelan.”

 ‘Xebatên yekîtiyê nexşeriya me ne’

Gulcan Sayyîgît li ser yekîtiyê jî rawestiya û anî ziman ku heta niha ji bo yekîtiyê gelek xebat hatin kirin û ew xebat nexşerêya wan ne. Gulcan Sayyîgît xwest nîqaş û axaftin derbasî pratîkê bibin û wiha lê zêde kir: “Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dibêjin ev sedsal, sedsala yekîtiya gelê Kurd e. Berpirsyarî ne tenê ya gel e, gel li her derê berpirsyariya xwe bi cih tîne. Niha dora siyasetê ye ku gavên pratîk biavêje û em hemû berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.”

 ‘Divê ji dîrokê ders bê girtin’

Hevberdevkê Înîsiyatîfê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç jî li ser girîngiya neteweyî nirxandin kirin û got: “Pêşengên kurd her tim girîngiya yekîtiyê anîne ziman. Divê em ji dîrokê dersê derxin. 

Li ser pêwistiya yekîtiyê jî Mehmet Kamaç diyar kir ku ev êdî ne tercîhek lê mecbûriyetek e û wiha pêde çû: “Dema Şêx Seîd hat darvekirin gotin ‘ji paşvemayînê ye’, dema Seyîd Riza hat darvekirin dîsa li ser nasnameyeke biçûk pênase kirin. Ji ber vê yekê derdekî me heye û divê em demildest yekîtiya xwe ava bikin. Di vê serdemê de yekîtî ji bo Kurdan êdî ne tiştekî tercîhê ye. Ev dem derbas bûye, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd mecbûriyet e.”

 ‘Peywir avakirina yekîtiyê ye’

Mehmet Kamaç anî ziman ku gelê kurd helwesta xwe ji bo yekîtiyê gelek zelal nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd ev helwest nîşan da û peywira me ya yekemîn avakirina yekîtiya gelê Kurd e. Divê em êdî nîqaşê derbas bikin û bi zelalî biaxivin da ku em yekîtiya xwe di pratîkê de ava bikin.”

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got: “Em deyndarê tevgera azadiyê ne ku îro em bi zimanê xwe diaxivin. Dewlet û îktîdarê zimanê me bin ax kiribû, lê berxwedan û têkoşîna me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye. Dema em bi Tirkî diaxivin, em xwe kêm hîs dikin; ev ziman divê jiyana xwe bidomîne.”

 ‘Yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêk nayê’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku têkoşîna wan bûye bendek ji bo parastina yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: “Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike. Heke yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêkan nîne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bangek kir û got; ‘Me tiştekî mezin bi dest xist. Êdî kes nikare bêje Kurd û zimanê wan tune ne. Me înkar ji holê rakir, êdî rêya me rêya azadiyê ye.’ Heta gelê Kurd ê di bin zextên dewletê de azad nebe, gelên din jî azad nabin.”

‘Hiqûqa navxweyî pêwist e’ 

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku şerê li Bakurê Kurdistanê şerê înkar û asîmîlasyonê ye û got: “Dewlet hîn jî me nas nake. Em di hiqûqa dewletê de tune ne, lewma em tên girtin û ji axa xwe tên derxistin. Lê ji bilî hiqûqa dewletê, hiqûqeke din ji me re lazim e: Hiqûqa navxweyî ya Kurdan. Heke em di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em nikarin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bimeşînin.”

 ‘Rojava mînaka herî mezin e’ 

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser berxwedana Rojava û got: “Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye. Kesî negot fikrê min ev e, her kesî bi hev re Rojava parast. Rojava peyamek da me; divê yekîtiya Kurdan ji niha pê ve hîn qahîmtir be. Heke em nebin yek, dê lîstikên li ser me zêde bibin.”

 ‘Birêz Ocalan rêbertiya têkoşînê dike’ 

Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dewlet bi raboriyê re rûbirû bibe û wiha got: “Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît. Niha di têkoşîna azadiyê de tevgera Kurd û Birêz Ocalan rêbertiyê dikin. Her kesê ku paradigmaya Birêz Ocalan qebûl dike, di heman demê de rêbertiya vê têkoşînê jî dike. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê demokrasî û aştiyê ava bikin.”

Beşdarê konferansê Halîm Îpek jî diyar kir ku ji Peymana Qesrî Şîrîn heta roja îro yekîtî derdê sereke ye û wiha axivî: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û gel vê helwestê jî nîşan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên cem hev. Divê partiyên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin.”

Halîm Îpek da zanîn ku ji peyama Qesra Şîrîn heya vê rojê yekîtî derdê me ye sereke ye û wiha axivî: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û vê helwestê jî nişan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên li gel hevdu. Divê partiyên siyasî û berpisyarî tevbigerin.”

Beşdarê Konferansê Ohannas Gafur Ohannian jî bal kişand ser Komkujiya Ermenan û wiha got: “Milyonek û nîv Ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin, rastî destdirêjiyê hatin û hatin koçberkirin. Ev gelê qedîm îro li ber tunebûnê ye. Ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewim. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê, wekî berê dê dîsa me bi hev bidin qirkirin.”

 

Doktor Xelîl jî destnîşan kir ku her çiqas serkeftin nêzîk dibe, astengî jî ewqas zêde dibin û got ku welatê Kurdan Kurdistan e. Doktor Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Behsa Komkujiya Ermeniyan hat kirin; bi milyonan mirov ji gelek neteweyên cuda hatin kuştin. Heke em yekîtiya xwe ava nekin, dê dîsa bi milyonan mirov bimirin. Ji bo vê yekê, mîsoger e ku em yekîtiya xwe ava bikin.”

Piştî nîşandana sînevîzyonê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.