Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Sema Yuce ya ku li dijî zext û tundiyên li ser gelê kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dabû ber agir, li ser gora xwe hat bibîranîn.

1 deqe xwendin
Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştrevanî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine re (MEBYA-DER), li gundê Qerxelixa Jêrê yê navçeya Dutaxa Agiriyê di 17emîn salvegera şehadetê de Sema Yuce hat bibîranîn. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên demokratîk ên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn.

Girse li ser gora Sema Yûce ya ku gotibû “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlûm” û bedena xwe dabû ber agir deqeyek rêz girt û soza xwedîderketina mîrateya wê dan. Dû re beşdaran qûrnefîl danîn li ser gora Sema Yuceyê.

Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.