Mazlûm Ebdî li Ewropayê ye

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo hin rêzehvdîtinan gihîştiye Ewropayê.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî li Ewropayê ye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî duh li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Tom Barrack re civiyabû.

Li gor agahiyên Ronahî TVyê Mazlûm Ebdî piştî hevdîtinê ji bo hin hevdîtinên fermî li welatên Ewropayê pêk bîne, çûye Ewropayê. 

Li gor heman nûçeyê agahiyên berfireh der barê çûna Ebdî ya Ewropayê de nehatine bidestxistin. Hat zanîn ku Ebdî ji Hêwlêrê derbasî Ewropayê bûye. Li gor agahiyan heyî dê Ebdî piştî hevdîtinên li Îtalyayê derbasî Fransayê bibe.