Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş hat bibîranîn
Li Stenbolê ji bo şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş şîn hate danîn. Di şînê de li ser têkoşîna Kînda Brûsk Mûş axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kîndayê bigihînin serkeftinê.

Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş (Mihriban Şorli) di 17ê çile de li Dêra Zorê di êrişên HTŞ û çeteyên wê de jiyana we ji dest dabû. Ji bo Kînda Brûsk li Stenbolê şîn hat danîn. Şîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenlerê hat danîn. Malbata Kînda Brûsk, endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DERê û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn.
Li cihê bîranînê wêneyên Kînda Brûsk Mûş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birayê Kînda Brûsk, Mehmet Şorli (Brûsk Serhed Mûş) ku di 27ê adara 2014an de jiyana xwe ji dest dabû, hatin vekirin û find hatin pêxistin.
Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Paşê qala têkoşîna cangoriyên têkoşîna azadiyê hat kirin û hat diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kînda û hemû cangoriyan bigihînin serkeftinê.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna şervanan dike hat nîşandan. Serdana gel a ji bo şînê didome.


