‘Cihê dewlet hebe şer jî heye’
Li Rojhilata Navîn piştî 7ê Cotmeha 2023an şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de zêde bû. Ji wê demê heta niha di şer de 62 hezar û 622 Filistinî hatin kuştin. 157 hezar û 673 kes jî birîndar bûn.

Li Rojhilata Navîn piştî 7ê Cotmeha 2023an şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de zêde bû. Ji wê demê heta niha di şer de 62 hezar û 622 Filistinî hatin kuştin. 157 hezar û 673 kes jî birîndar bûn. Di 8ê kanûna 2024an de jî HTŞê Şam dagir kir. Piştî wê dîsa şerê li Rojhilata Navîn şer û kuştin zêde bû. Di êrîşên hêzên girêdayî HTŞê de bi hezaran Durzî û Elewî hatin kuştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser vê bangê pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn guherî. Têkildarî geşedanên dîplomatîk û polîlîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan siyasetmedar Demîr Çelîk nirxandin kir.
Siyasedmedar û Nivîskar Demîr Çelîk têkildarî pêvajoyê ewil li ser dîplomasiya ku di navbera Şamê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêş dikeve axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke pir cuda re derbas dibin. Di aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî de tiştên nû pêş dikevin. Li aliyekî pergala Kapîtalîst di vê pêvajoyê de dixwaze pergala xwe nû bike û bide rûniştandin. Lê li aliyê din gelê bindest ên mîna Kurd, Elewî, Durzî, Asûrî, Suryanî ên li Rojhilata Navîn dijîn dixwazin bibin xwedî nasname. Dixwaze xwedî çand û nasnameya xwe be û li gorî vê yekê xwe bi rêxistin bike û çanda xwe biparêze. Liser vê yekê niqaş hene. Nakokî û pevçûn hene.”
Siyasetmedar Demîr Çelîk anî ziman ku piştî 7ê Cotmeha 2023an di navbera Îsraîl û Hamasê de şer zêde bû û wiha got: “Bi vî şerî li Rojhilata Navîn gav bi gav û roj bi roj geşedanên nû pêş ket. Şer zêde bû. Di nava vê pêvajoyê de Hamas hebû. Hîzbûllah Hebû. îran hebû. Haşdî Şahbî hebû. Dewletên ku li Rojhilata Navîn desthilatdar bûn, hêzên wan hebûn. Bi vî şerî hêz û fonksiyona wan şikest. Disa di 8ê Kanûna 2024an de HTŞê dest danî ser rêveberiya Rejîma Esad û Rejîma Esad hilweşiya. HTŞ li Şamê bû desthildar û nêzî 9 meh in HTŞ Şamê wekî hikûmeta demkî bi rêve dibe.”
Siyasetmedar Demîr Çelîk bal kişand ser polîtikayên HTŞê û got: “Piştî HTŞ bû desthilat, ji wê demê heta niha di navbera HTŞê û elewiyan,HTŞ û durziyan de nakokî û alozî hene. Hetali dijî durziyan û erebên elewî komkujî çêbûn. Bi komî hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di vê bangê de li ser geşedanên Rojhilata Navîn fikr û ramanên xwe parve kir. Banga Birêz Ocalan a 27ê Sibata 2025an nexşeya çareseriyê diyar kir. Ji bo çareseriya çand, ziman, aborî, civakî, nasname û siyaseta demokratîk rêya çareseriyê diyar kir. Lê desthilat û dewlet vê çareseriyê red dikin. Ew li dijî vê çareseriyê ne.”
‘Cihê dewlet lê hebe şer heye’
Demîr Çelîk bal kişand ser polîtîkaya dewletan û wiha pêde çû: “5 hezar sal berê dewlet tune bû. Desthilatdarî tune bû. Lê civak hebû. Civaka demokratîk û jiyana komunal hebû. Civakek ekolojîk, demokratîk, konunal û aboriya demokratîk hebû. Civakeke xwe bi xwe bi rêve dibir hebû. Parastina xwe bi xwe dikir. Debara xwe bi xwe dikir. Di 5-6 hezar salên dawî de dewlet û desthilatî ava bûye. Piştî dewlet û desthilatî pêş ket, êdî şer jî pêş ket. Dewletêbi xwe re şer anî. Dewlet û desthilatî tune be, şer jî tune ye. Birêz Ocalan dixwaze li dijî pergala dewletê jiyaneke nû ava bike. Pergaleke ku desthilatî lê tune be, şer lê tune be ava bike. Dixwaze civakeke ekolojîk, demokratîk û wekhev ava bike. Dema PKK hat avakirin wê demê şert û mercên cîhanê ew dixwest. Lê niha PKKê rist û mîsyona xwe pêk anîye û divê em gaveke nû bavêjin. Ev jî gaveke bê çek û şer ferz dike. Pêvajoya nû li me siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ferz dike. Di vê pêvajoyê de niqaş hene. Rexne û rexnedayîn hene. Li aliyê din Dewleta Tirk 100 sal in bi polîtîkayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dike. Şert û mercên Rojhilata Navîn û Cîhanê hatine guhertin. Dewleta Tirk jî êdî dizane ku wekî 100 sal berê nikare xwe bi polîtîkayên berê bi rêve bibe. Dizane ku êdî nikare Kurdan înkar bike. Kurdan bi têkoşîna xwe li hemû cîhanê fikr û ramanên xwe û hebûna xwe daye qebûlkirin. Hemû gelên bindest îro baweriya xwe bi fikr û felsefeya Serok Ocalan anîye. Di nava


