Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn

Şandeya PYD’ê li Şamê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn.

1 deqe xwendin
Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDˊê Sema Bekdaş û Silêman Ereb û endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah roja 13’yê Gulanê li Şamê bûn.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên PYD’ê hatine wergirtin, di plansaziya şandeyê de gelek serdan û hevdîtin hebûn. Lê hevdîtina wan a bi Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikumeta demkî re derket pêş.

Tê gotin ku Sekreteryaya Giştî ya Karûbarên Siyasî girêdayî Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ye û roleke girîng dilîze. Bi gotineke din wekî saziya şêwirmendî, perspektîfê ye û gotina wê fermî nebe jî, weke biryarekê cih digire.

Hat diyarkirin ku li ser meseleya Kurd, destûra bingehîn, zimanê Kurdî û entegrasyonê gotubêj hatine kirin. Li gorî çavkaniyan PYD’ê wê van peywendiyên xwe bidomîne û nîşan bide ku ew siyaseteke tevahiya Sûriyeyê hembêz dike û dê xebatên xwe li hemû deveran berfireh bike.