Çînê ji welatiyên xwe xwest demildest ji Îranê veqetin

Pekînê ji ber rewşa ewlehiyê ya li Îranê, bang li welatiyên xwe kir ku demildest ji welêt derkevin an jî derbasî cihên ewletir bibin. Hişyariya Çînê bû sedema metirsiya ji nûve destpêkirina şer.

1 deqe xwendin
Çînê ji welatiyên xwe xwest demildest ji Îranê veqetin

Li gel kûrbûna rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de û şerê îqtidarê yê li Tehranê, welatên derve jî ji bo ewlehiya welatiyên xwe dest bi girtina tedbîrên lezgîn dikin. Di vê çarçoveyê de, ji Çînê hişyariyeke krîtîk hat.

‘Rewş tevlîhev û guherbar e’

Hikûmeta Pekînê ji bo welatiyên xwe yên ku niha li Îranê ne daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji welatiyên Çînî hat xwestin ku ji ber zêdebûna metirsiyên leşkerî û ewlehiyê, demildest ji Îranê veqetin. Ji bo kesên ku derfeta wan a veqetînê nîne jî, hat xwestin ku derbasî herêmên ewletir bibin û xwe biparêzin.

Di metna hişyariyê de rayedaran bal kişandin ser pêşketinên dawî yên li herêmê û destnîşan kirin ku rewşa li Îranê hîn jî tevlîhev û guherbar e.

Metirsiya ji nûve destpêkirina şer

Ev banga lezgîn a Çînê, wekî nîşaneyeke zelal a zêdebûna rîska şerekî germ tê nirxandin. Daxuyaniya Pekînê piştî ku DYAyê li Okyanûsa Hindê dest danî ser tankerên petrolê û Îranê jî gefa girtina Tengava Hurmuzê xwar hat.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku banga “demildest derkevin” a dewleteke ku bi Îranê re têkiliyên nêzîk ên aborî û siyasî hene, nîşan dide ku îstiqrara li herêmê dikare di her kêliyê de bi temamî têk biçe.