Di kontrola polîsan de Denîz Poyraz kuştin

Denîz Poyraz a li avahiya HDPê ya Îzmîrê hat kuştin, hat bi bîr anîn. Parêzera doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç anî ziman ku Denîz Poyraz di kontrola hêzên ewlehiyê de hat kuştin û got: “Di dîroka Tirkiyeyê de bûyerek wekî vê bûyerê tune ye.”

1 deqe xwendin
Di kontrola polîsan de Denîz Poyraz kuştin

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, di çarçoveya bernameya bîranîna Denîz Poyraz a ku di 17ê hezîrana 2021ê de li avahiya HDPê ya Îzmîrê hat kuştin, li avahiya partiyê bi bernameyekê hat bibîr anîn. Aktîvîsta TJAyê Gulistan Sonuk û parêzera doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç beşdar bûn û axaftin kirin. Li Salonê pankarta “Me soz daye Denîz û hemû rêhevalên ku me di têkoşîna azadiyê de winda kirine; em ê jiyaneke nû ya wekhev û azad ava bikin” vekirin û gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonê hat pêşandan.

‘Êriş bi destê desthilatdariyê pêk hat’ 

 

Gulistan Sonuk Sema Yuce û Denîz Poyraz û di şexsê wan de hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê bi bîr anî soza berdewamkirina doza Kurd û Kurdistanê da. Gulîstan Sonuk anî ziman ku li Kurdistanê mirov kurd be, jineke kurd be berpirsyariyên mirov gelekî giran in û got: “Mirov xwedî du nasnameyên ku sîstem wekî çîna duyemîn pênase dike ye. Her wiha di nav vê civaka yekperest de tu her dem wekî armanc têyî nîşandan. Li her derê dema tekoşîna azadiya jinan bidî meşandin tu bi êrişan re rû bi rû dimînî; lê dema tu Kurd bî, ji ber nasnameya te ya Kurdbûnê jî êrişî te dikin. Ev êriş rasterast bi destê desthilatdaran pêk tên; desthilatdar an bi awayekî organîze van êrişan plan dike an jî bi zimanê xwe yê qirêj rê li ber kujeran vedike.

‘Paradîgmayeke ku yê din qebûl nake, xwestin ava bikin’

Turkan Aslan Agaç bal kişand ku êrişa kuştina Denîz Poyraz di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn êriş e ku li dijî avahiya partiyekê hatiye kirin û got: “Di nava rojê de, li ber çavê her kesî û di bin kontrola hêzên ewlehiyê de êrişên çekdarî hatin kirin. Ev yek di dîroka Tirkiyeyê de tune ye. Ev êrişên hatine kirin, encama sîstemeke sed salî ye ku ji bilî xwe, yanî ji bilî Tirk û Sûniyan, her kesî wekî ‘yê din’ dibîne. Daxwaza komîsyonên heqîqetê jî ji bo vê yekê heye. Lê belê di vê qonaxê de, em ji xala avakirina komîsyonên heqîqetê dûr in. Ez hêvî dikim ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve. Helbet mîna xwestekekê gotina vê yekê xelet e. Ji ber ku em hemû êdî dizanin ku ev pêvajo hem muzakere ye û hem jî têkoşîn e. Muzakereyek heye, lê belê beşa wê ya herî mezin divê bi têkoşînê derbas bibe.”

‘Bi têkoşînê mirov digêje azadiyê’ 

Turkan Aslan Agac diyar kir ku bi têkoşîna bi hêz û rêxistinbûnê mirov dikare bigihîje azadiyê û got: “Ger em xwe bi rêxistin bikin tenê wê demê rûbirûbûna ji bo derxistina kujeran û hatina dadweriyeke rastî li ser van axan gengaz dibe. Em di nav lengera tundûtûjiyê ya sed salî de ne. Divê li dijî vê em xwe birêxistin bikin, têbikoşin û aştiyê bînin ser van axan. Ez li ber têkoşîna hemû rêhevalên di azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bejna xwe ditewim.”

Bernameya bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.