Ji Cenevreyê bang: Qanûnên demokratîk derxin

Nobeta “Ji Rêber Apo re Azadî” ya ji 25ê Çileya 2021an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê 281 hefte ye didome. Çalakgeran li vir bang kir û gotin: “Qanûnê demokratîk derxin.”

1 deqe xwendin
Ji Cenevreyê bang: Qanûnên demokratîk derxin

Kurdistaniyan ji 25ê Çileya 2021an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin. 

Çalakiya vê heteyê ji bo bîranîna Sema Yuce, Zîlan (Zeynep Kinaci), Şoreş Roza (Murat Ozdemîr), Bedran Sîverek (Îsmaîl Bagişkondu) û tevahî şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre, Berdevkê Komîteya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” Veysel Kuşkanadi diyar kir ku zêdeyî salek û nîv e di navbera Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike.

Veysel Kuşkanadi diyar kir ku hikûmeta AKPê zorê dide pêvajoyê û hewl dide bixetimîne û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevger ji bo serxistina pêvajoyê her tim gavên çêker diavêjin û got: “Hikûmetê jî pêvajoyê ne li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, lê bi gotina “Tirkiyeya bêteror” digre dest. 

Piştre, Berdevkê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Cenevreyê Îbrahîm Yukel diyar kir ku yek ji muhatabên herî rewa yên diyalog û lêgerînên çareseriyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên meşandin, malbatên şehîdan û xizmên qurbaniyan e û gok; “Ji bo avakirina aştiyeke mayînde û demokratîk divê statuya siyasî ya Rêber Apo zelal bibe û bigihe şert û mercên azad ên xebatê. Tevî şandeyeke ku bi navê komaleyê re vê avakirin re daxwaza rasterast hevdîtina bi Rêber Apo re bikin.” 

Komê herî dawî bang kir ku mafên demokratîk ên gelê Kurd, kêmenetew û komê baweriyan bi destûra bingehîn were mîsogerkirin.

Jinên ku di dawiya çalakiyê de mafê axaftinê girtin, banga tevlîbûnê ji bo 13emîn Festîvala Çandê ya Sakîna Cansiz ku wê di 28ê Hezîranê de li Zurihê bê lidarxistin, kirin.

Hate diyarkirin ku festîval ji bo jiyanîkirina nirxên çandî ya gelê Kurd û xwedîderketina li têkoşîna azadiyê bibe civînekî girîng û hemû gel ji bo festîvalê hatin vexwendin.