Civaka êzidî û keda Rêber Apo
Di dîrokê de derbeya herî mezin a di hewldanên rêxistinkirina civaka êzidî hat xistin, komploya navdewletî a li ser Rêber Apo bû ku bi dîlgirtina wî bi encam bûn.

Civaka êzidî di dirêjahiya dîrokê de ji ber zilm û zoriyan, herwiha ji ber hêzên tarî yên ku baweriyeke wek ya êzidiyan qebûl nakin. Rastî komkujî û fermana hatine. Armanca wan hêzan ew bû ku bi rêya kuştin û fermanan dawî li vê baweriyê bînin. Fermana 3yê Tebaxê jî bi vê armancê pêk hat, xwestin di şexsê civaka êzidî de vê çanda berxwedanê û vê baweriyên ku heta niha serê xwe li ber tu desthilatdariyê netewandine tine bikin.
Rêber Apo ev planên tinekirinê yên li ser êzidiyan ji mêj de didîtin, lewma her dem xwestiye mûdaxele bike. Hêzên hegemon çav berdabûn vê çanda berxwedanê lê Rêber Apo her tim parastina vê civakê wek erkeke sereke didît. Ji salên 90 û vir ve, wî bi rêya dostên xwe xwest mudaxeleya rewşa Şengalê bike. Heta xwest bi xwe jî derbasî Şengalê bibe lê ji ber şert û mercên wê demê ev yek pêknehat. Dîsa jî bi hevdîtinên ku bi kesayetên êzidî re pêkanîn, li ser bingeha xwe bi rêxistinkirinê bi wana re axivî. Lê belê dema ku Komploya Navdewletî dest pê kir. Vê yekê bandorek neyînî li ser hemû xebatan kir û civaka êzîdî dîsa di bin destê desthilatdariyê de ma.
Dema ku em ji kal û pîrên xwe di pirsin, hezkirineke wan a bêdawî ji bo Rêber Apo heye. Ew dibêjin: Em xêrxwazê Rêber Apo ne. Heta salên ku Şengal di bin destê rejîma Sadam de bû jî, bi rêya mîlîtanên wek Mam Zekî û hevalên din, têkiliya tevgerê bi Şengalê re qut nebû. Ev hevalan mal bi mal geriyan û li ser parastina çanda Êzdatiyê bi gel re nîqaş dikirin. Lê derbeya herî mezin a ku li vîna azadiya êzidiyan ket, dîlgirtina Rêber Apo ya ku di 15ê Sibatê de bû. Bi vê komployê re civak bêparastin ma û planên tunekirinê yên dijmin bi hêsanî di ketin meriyetê.
Derbeyeka din a li hewldanên rêxistinkirina êzidiyan ket, ew jî piştî hilweşîna rejîma Bassê û derbasbûna PDKê ya ji bo Şengalê pêk hat. PDKê bi her awayî rê li ber xwe bi rêxistinkirin û parastina cewherî girt. Di wan salan de hewl dan ku êzidiyan ji cewherê wan dûr bixin. Hevkarî û xemsariya PDKê di Fermana 3yê Tebaxê de bi temamî derket holê. Lê civaka êzidî di nav fermanê de dît ku tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare wan ji qirkirinê rizgar bike. Di wê fermanê de her kes pê hesiya ku eger civakek ji dil aşiqê azadiyê be û xwe li ser fikrekî azad birêxistin bike, dikare rê li ber fermanan bigire. Civaka êzidî gava bi şervanên Rêbertî re bûn yek gotin, êdî bes e ji fermanan re. Wan azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dît.
Rêber Apo tevî şert û mercên giran ên tecrîdê, her dem hewl daye peyamên moral û rêxistinkirinê bigihîne êzidiyan. Ev hewldan bi banga Aştî û Civaka Demokratîk gihîşt lûtkeye herî jor. Rêber Apo peyam da ku eger ew civak ku xwe birêxistin bike. Dê êdî ferman li ser wan pêk neyên.
Civaka ku di dîroka xwe de hewqasî rastî fermana hatiya êdî di duayên xwe de jî digot Ya Xwedê, tu me ji ferman û talanan biparêzî , êdî bi peyamên Rêber Apo baweriyek bi dest xistiye ku dikarin dawî li fermanan bînin. Ev yek nîşan dide ku eger komplo pêk nehatibûya û rê li ber hewldanên Rêber Apo nehatiba girtin, ne teqînên mezin yên wekî tilizêr û sîbayê pêk dihatin. Ne jî di êrîşên DAIŞê de gelê me mîna berxikên di devê guran de dihat hiştin. Eger komplo ku pêknehata peyama Rêber Apo ya ku êdî ferman bi dawî bûn dê hîn di salên 90an de bi cih bihata.


