Trajediyeke di navbera Hamartîa û Anagnorîsîsê de: Gulê

Çîroka "Gulê" ya Nûreddîn Zaza ku di çarçoveya şaşiya trajîk (hamartîa) û kêliya naskirinê (anagnorîsîs) de hatiye avakirin, encamên bêveger ên biryareke beriya anagnorîsîsê, dide der

1 deqe xwendin
Trajediyeke di navbera Hamartîa û Anagnorîsîsê de: Gulê

Kurteçîroka bi navê 'Gulê' ku ji aliyê Nûreddîn Zaza ve hatiye nivîsandin û di sala 1941ê de di kovara Hawarê de hatiye weşandin, çendî ewilî wekî çîrokeke berxwedan û evîniyê xuya bike jî, di esasê xwe de vegotinek e ku hêman û dînamîkên bingehîn ên trajediya klasîk dihewîne. 

Nûreddîn Zaza, di çîrokê de bi rageşiya di navbera hamartîa (şaşiya trajîk) û anagnorîsîsê (kêliya naskirinê) de vegotinekê ava dike. Karakter, piştî kiryareke bêveger hay ji rastiyê çêdibin û ev wekî hêmaneke sereke bandora trajîk a metnê berbiçav dike. 

Çîrok, di şeveke tarî de, dema ku dijmin nêzîkî gund dibe, dest pê dike. Gundî, bi bêhêvî kom dibin û li rêyeke xelasiyê digerin. Di vê atmosferê de, serhildêrê çiyayan Qoçoyê Pola, xuya dibe. Ew ji ber kiryarên xwe yên berê li xwe mikur tê û sond dixwe ku vê carê ji bo tobekirina kiryarên xwe bi dijmin re şer bike. Gundî jî tev li vê biryardariyê dibin. Lê belê, tişta girîng ew e ku di vê kêliyê de Gulê ya ji hêla civakê ve hatiye vederkirin, xuya dibe.

Jiyana Gulê

Gulê, jineke bi zorê hatiye zewicandin, mêrê xwe kuştiye û dû re tev li Qoço bûye. Gulê ku her tim ji aliyê gundiyan ve hatiye şermezarkirin û wekî "bêrûmet" hatiye binavkirin, dîsa jî bi dilsoziyeke kûr ligel Qoço tevdigere. Hezkirina wê ne hesteke pasîf e, dilsoziyek e ku gav bi gav vediguhere kiryarekê. Dema ku gefên dijmin zêde dibin, Gulê bêyî ku ji kesî re bibêje, bi tena serê xwe tevdigere û bi xencerekê diçe aliyê dijmin. Ev biryar hem rageşiya çîrokê zêde dike û hem jî zemînê ji bo trajediya muhtemel amade dike.

Vegera Gulê, ne bi rastiyê, bi pêşdaraziyê tê parzinandin. Gundî, wê wekî xayîn dibînin. Qoço jî, bi vê fikrê tevdigere û Gulê dikuje. Bi vî awayî, di kêliya herî krîtîk a çîrokê de, biryareke bêveger tê dayîn. Lê rastî zû derdikeve holê; efserê dijmin hatiye kuştin û xencer a Gulê ye. Gulê, ji bo gundê xwe û hezkiriyê xwe biparêze, xwe feda kiriye. Lê ev rastiya li gorî xwezaya trajediyê, dereng kifş dibe.

Hamartîa û Anagnorîsîs

"Gulê" binyadeke (struktur) dramatîk a zexm pêşkêş dike ku li dora hamartîa û anagnorîsîsê ya li ser esasê teoriya tarjediya klasîk hatiye avakirin. Gulebarankirina Gulê ji hêla Qoço ve şaşiya wî ya trajîk e. Lê belê, ev şaşî ne tenê şaşiyeke takekesî ye; ew encama qebûlkirina pêşdaraziyên bêguman ên gundiyan ên li dijî Gulê ye. Di vî warî de, çîrok bi zelalî mînaka şaşiyeke berî anagnorîsîs dide der: karakter berî ku rastiyê zanibe kiryareke bêveger dike. Ev rewş, di heman demê de îşaret bi rewşeke darizandina şaş û korbûna trajîk dike.

Kêliya naskirinê li baregeha dijmin çêdibe. Xencer, serê jêkirî û şopên Gulê rastiyê aşkere dikin. Lê belê, ev hayjêhebûn çareserî yan jî rizgariyê nayne; ew tenê dibe sedema têgihîştineke derengmayî û poşmaniyeke kûr. Di vî warî de, di çîrokê de îroniyeke berbiçav heye: Rastiya ku xwendevan hîs dike tenê ji hêla karakteran ve piştî kiryara bêveger tê fêmkirin. Giraniya trajediyê tam di vê têgihîştina derengmayî de tîr dibe.

Sûcê kolektîf û pêşdarazên civakî

Di çîrokê de, trajedî tenê bi şaşiya Qoço ve ne sînordarkirî ye. Helwesta gundiyan a kêmdîtin û vederkirinê li hember Gulê, dibe sedem ku her kiryara wê bi guman were şîrovekirin. Bi vî awayî, şaşiyeke takekesî vediguhere şaşiyeke civakî û trajedî karekterekî kolektîf digire.

Gotinên Qoço ku gava li baregeha dijmin bi rastiyê dihese, îfadeyeke zelal a vê berpirsiyariya hevpar e; tawanbarkirina Gulê, di esasê xwe de xeletiya wan kesan aşkere dike ku ew darizandiye. Di vî warî de, metn ji vegotineke trajediyê wêdetir diçe, dibe metneke xurt a hevrûbûneke exlaqî.

Hez, fedekarî û mirin

Dilsoziya Gulê ji bo Qoço, wê ber bi fedakirina jiyana wê ve dibe. Ji vî alî ve, çîrok dikare bi rêya rageşiya di navbera Eros û Thanatosê de jî were xwendin. Eros (evîn) bi Thanatosê (mirin) re têkel dibe, ji hilbijartineke takekesî vediguhere kiryareke hebûnî.

Axirê, "Gulê" ne tenê çîrokeke fedakariyê; ew trajediyeke wijdanê derengmayî ye jî. Nûreddîn Zaza, hêmanên trajîk ên klasîk di çarçoveyeke lokal de ji nû ve ava dike, nîşan dide ku çawa rageşiya di navbera biryara takekesî û darizandina civakî de encameke wêranker çêdike. Kiryara dawî ya Qoço ne revînek e, dawiyeke trajîk e ku aşkere dike, gava şaşî bê fêmkirin tiştek nikare biguhere.