Sonda Hebûnê

Wek xalîçeya rengîn mêrgên wê û hewaya hênik a ruhvedena hebûnê. Li wî zozanî çawa mirov dil nagire, aşiq nabe, bila Binefşa Narîn û Cembeliyê Mîrê Hekarya nîşaneya dilgirtina me bin

1 deqe xwendin
Sonda Hebûnê

Hebûn û vîna hebûnê;

Em çiqas di hayîdariya hebûna xwe de ne û xwe diparêzin, çiqas li xwe xwedî dertên. Hişmendiya me çiqas têra vê dike..! Şert û mercên jiyana me çi ne..!

Gava ku mirov mîna kurdekî/ê yan jî mîna yekî/a Rojhilata Navîn difikire, rewşa me pir xerab û dijmirovî ye. Nizanim çi lehnet li me bariyaye! Derheqê xwe û jiyana xwe de em wisa difikirin ku, tu dibêjî qey jiyan ne ya me ye, me spartiye yekî/a ku em di jorên xwe de diafirînin; bavê min dizane, axayê min dizane, mezinê me dizane, Xwedayê Mezin dizane... Em nabêjin malxerab, temam rêzdarî baş e, lê jiyan a te ye tu li ser jiyana xwe bifikire û bi rêbaza xwe, azadiya xwe bimeşîne. Na, wisa dest û awirên me li jor, li hêviya hinekan e, wek giranîtê sar…

Vê rewşê bi xwe re wisa trajedî anîne ku nayê hesêb, me navê wê jî daniye qeder..!

 

Dilxweşiyek e ku van salên dawîn Tevgera Azadiyê tîrêjek avêt dil û mejiyê me. Pêşiya me hebkî rohnî bûye lê mejiyê zingarî, nexasim ê mêrane bûye lehneta mezin.

 

Îca jineke ji axa me, li ser hişmendiya me ya hişgenî romanek nivîsiye. 

 

Sonda Delalê, bi ya min ev sonda hebûnê ye. Zimanekî herikbar xweş, mijarê wisa zelal datîne holê ku mirov ligel dilêşiyê kêfxweş jî dibe ku jinek kurd dersa hebûnê dide me. Xwezka welat dîtiba û hebikî rewş û xweşiya zozanên Şerefdînê hê xweştir bişayesanda. Ma ne zozan xeyal û xweziya me hemû kurdan e ligel hêvî, azadî, evîn û xweşhestiyariya hebûnê. Bi rastî jî zozan wek wargehên azadiyê ne jî… Wek xalîçeya rengîn mêrgên wê û hewaya hênik a ruhvedena hebûnê. Li wî zozanî çawa mirov dilnagire, aşiq nabe, bila Binefşa Narîn û Cembeliyê Mîrê Hekarya nîşaneya dildayîn, dilgirtina me bin. Herê jiyana malkambax ku îro jiyan, deşt û çiya bi saya ferîşteyên hemdemî dixemile! Bêhna evînê difûrîne.

Dîsa di romanê de xweşrastiyek, dilxweşiyek û xemgîniyek bi hev re dilê min rapêçand; lewra yek ji lehenga romanê hevala Meryem derket pêşiya min ku nêzîkî şeş-heft mehan li çiyayên azad em bi hev re man û xebitîn, bi mebesta Meclisa Neteweyî û ew li çiyê ma, em hatin xebatê û paşê bû cangorî. Dizanim çiqas bikêf bedena xwe spartiye axê, wisa dildara azadî û xweşiya welatê xwebû. Ka nizanim çi bibêjim. Çiqas ji dil û çiqas kêfxweşê xebat û tevgerê bû. Herê vê axa delal, welatê delal te çiqas delal kirin gorî û qurbana xwe, bila be…

 

Belê ev jî rastiyek e ku jinên kurd çiqas berdêl dane, lewra ew bêhtir bindest û muhtacî azadiyê ne û divê ku xwedî enînivîsa xwe û vîna xwe bin. 

 

Em binihêrin bê nivîskar bi rêya Delala bindest a berxwedêr çi ji me re dibêje:

“Di hiş û mejiyê Reco de ne fikreke pêşerojê, ne ya paşerojê tune bû. Reco çanda û daneheva ku roja hewldana revandina Delalê ya ji zozanên Mexsûd Axa anîbû Almanyayê. Tu xem û qesaweta derbarê geşedanên welatê xwe di serê wî de tune bû. Almanya weke gundê xwe difikirî. Ew qas salan li vî welatî mabû, sê zarokên wî çêbûbûn, çandeke wir hebû, ji geşedanên ji bo welatê wî erd û ezman dilerizîn lê bi qasî nikulê derziyê li ser wî bandor nekirbû. Hesûdî, zikreşî ji bo wî weke xisletên baş û bingehîn bûn.” (Rp.178)

 

Helbet her nivîskar di pexşana xwe de; çi roman, çi çîrok, çi helbest… beşek jiyana xwe jî dike hevîrê berhemê. Dibe ku lehengek jê nivîskar bixwe be. Lewra jiyan me gişkan dixe nav tofanê. Redkirina zarokên Delalê dê û xwedîderketina li bav, xwedîderketîna li hişmendiya paşverûtiyê jî datîne holê ku em gelekî vê êşê dikişînin. Lewra guhertin û xwenûkirin û fêhmkirina jiyanê ne hesan e. Carinan ku mirov jiyana xwe dide ber çavan neguherîna yên derdorê û kiryarên wan wisa mirov diêşînin ku, xwedêkirî berxwedana şoreşê heye, yan na hişberdan ne dûr e. De bila dîsa peyv a Dêlalê be, bi qewlê nivîskar:

“Êdî Delal wekî hechecokan azad bû. Toqa Reco ji stûyê xwe avêtibû. Lê belê berdêlên azadiyê giran bûn. Ji aliyê zarokan ve stûyê Delalê xwar bû. Zarokan mala bavê xwe tercîh kiribû. Li cem wê nebûn. Vê rewşê dilê Delalê disotand. Arîşeya herî mezin jî Xezalê derdixist. Xezal bi bayê Reco pifî guh û ruhê wê kiribû li hember diya xwe gelek bê merhemet tevdigeriya…

…  …   …

Beriya Delal bi Meryemê re çûbû mala Xezalê, wê şevê û roj û şevên din Xezal ji helwesta xwe nehate xwarê. Hesret û hêviyên diya xwe tev bê bersiv hiştin, diya xwe red kir. Delalê heta dawiyê ev hesret û keser bi xwe re mezin kir. Roj û şevên wê bi kesera zarokên wê dil û hinavê wê disot.” (Rp.179)

 

Îca ne hesan e ku mirov qala biyanîbûna çand, dê, welat û hwd. bike. Biyanîbûn bi serê xwe pirsgirêka herî mezin a civakên bindest, rojhilatî û civakên ne xwedî îradeya xwe ye. Ev pirsgirêk dê bidome û divê em li ser pir bifikirin, li çareyan bigerin. Lewra biyanîbûn genîtiyek, rizînek civaka me ya sereke ye. Belkî diyarîbûna helwest û xebata Civaka Aştî û Demokrasiyê  bike ku bêhtir em li ser vê birînê bisekinin û wê bikewînin.

 

Sonda Delalê

Gulistan Kanîreş

Roman

180 rûpel

Weşanxana J&J-2024

 

Ê helbet xwendin rohnahî ye, em muhtacî rohnayî ne. Hêvîdar im ku hûn sonda Delalê bixwînin ku ev sond, sonda hebûnê ye. Ji me tevan re biryardariyek û îradeyek wisa lazim e…

 

                                                                                                                  Amed