Komara Demokratîk çi ye?
Ger komar veguhere rêxistina jiyaneke hevpar ku tê de hemû gel xwe wekhev, azad û bi rûmet hîs bikin, wê demê ew ê wateya xwe ya rast bibîne. Ji ber ku komara rast ew nîne ku dewlet tenê ji nasnameyekê re were girêdan. Komara rast ew e ku dewlet bibe sîwana hevpar, demokratîk û wekhev a hemû gelan.

Lêgerîna Komara Demokratîk redkirina komarê nîne. Berevajî wê, hewldana vegerandina komarê bo wateya wê ya rast e. Yanî derxistina komarê ji çarçoveya teng anetewe-dewleta yekreng û wê li ser bingeha wekhevî, azadî, hiqûqa hevpar û jiyana bi rûmet ava kirin e. Komar, eger bi rastî komar be, nikare mala nasnameyekê, zimanekî, baweriyekê yan mezhebekê be. Komar divê bibe sîwana hevpar a hemû gelan, ziman, bawerî û nasnameyan.
Di komareke demokratîk de kes neçar namîne ku ji bo jiyana hevpar nasnameya xwe veşêre, zimanê xwe biterikîne, çanda xwe ji bîr bike an baweriya xwe bêdeng bike. Berevajî wê, herkes divê bi hebûna xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi baweriya xwe xwe wekhev, azad û di ewlehiyê de bibîne. Ji ber vê yekê Komara Demokratîk ne fikra veqetînê ye, ne jî lêgerîna dewleteke din e. Ew fikra jiyaneke hevpar e; lê jiyanek e ku li ser înkarê nayê avakirin, li ser naskirinê tê avakirin.
Li Tirkiyeyê mijara komarê gelek caran di çarçoveyeke teng de hatiye nîqaşkirin. Dema gotina komar tê ser ziman, bi gelemperî navê dewletê, awayê rejîmê, merasîmên fermî û gotinên destûrî tên bîra mirovan. Lê komar tenê navê awayekî rêvebiriyê nîne. Komar, eger bi wateya xwe ya rast were fêmkirin, dikare bibe bingeha hiqûqa hevpar û îradeya jiyana hevpar.
Dewlet a nasnameyek e?
Lê dema komar bi nasnameyekê, bi zimanekî, bi baweriyekê yan bi îdeolojiyekê ve were girêdan, ji wateya xwe ya demokratîk dûr dikeve. Ji ber ku komar milkê taybet ê ti nasnameyê nîne. Komar ne milkê tirkan , ne milkê kurdan, ne milkê mezhebekê ye, ne jî milkê îdeolojiyekê ye. Komar, eger demokratîk be, divê mala hevpar a hemû hemwelatiyan be. Li vir pirsa esasî ev e: Komar dê bibe bingeha hiqûqî û demokratîk a hemû hemwelatiyan, an jî dê wek dewleta nasnameyekê were domandin?
Ger hin kes xwe wek xwediyên xwezayî yên dewletê bibînin, lê hinên din her tim xwe li derveyî wê çarçoveyê hîs bikin, li wir wekhevî çênabe. Li wir jiyana hevpar ava nabe. Li wir tenê hiyerarşî, dûrketin û bêbawerî çêdibe. Komara Demokratîk vê hiyerarşiyê red dike. Ew dibêje: Dewlet nikare li ser civakê wek hêzeke pîroz û yekreng rabe. Dewlet divê rêxistineke hiqûqî be û di xizmeta civakê de bisekine.
Civak jî bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi baweriya xwe, bi bîra xwe û bi îradeya xwe xwediyê rast ê jiyanê ye. Ji vî alî ve divê careke din li serdema avakirina komarê û li ruhê Meclisa Yekemîn were nêrîn. Serdema salên 1920an, serdema şer, hilweşîna împaratoriyekê û lêgerîna rêxistina siyasî ya nû bû. Lê tevî wan şertên giran jî, di zimanê wê demê de hevpariya gelan, îradeya hevpar û hin nîşaneyên rêvebiriya herêmî xwe didan der.
Înkarkirina cudahiyan
Bi taybetî Qanûna Teşkîlat-i Esasiyê ya 1921ê ji vê aliyê ve girîng e. Ew metin, her çiqas bi sînor be jî, deriyekê ji bo îradeya herêmî û rêvebiriya xwecih vedikir. Ev jî nîşan dide ku di destpêka komarê de îhtimala bingeheke zêdetir pirreng, zêdetir herêmî û zêdetir demokratîk hebû. Lê piştî wê, bi avakirina netewe-dewleta yekreng re, ew ruhê hevpariyê hat tengkirin. Zimanek hat bilindkirin, nasnameyek hat fermîkirin, baweriyek hat navendîkirin. Nasnameyên din, zimanên din û bîra gelên din jî ketin bin siyasetên înkar, zext û asîmîlasyonê.
Ji wê rojê heta îro pirsa bingehîn neguherî: Komar dê li ser înkarê were domandin, an dê li ser naskirin û wekheviyê careke din were fikirandin? Îro dema em behsa Komara Demokratîk dikin, em behsa hilweşandina komarê nakin. Em behsa demokratîkbûna wê dikin. Em dibêjin: Komar divê ji dewleta nasnameyekê derkeve û bibe mala hevpar a gelan, zimanan, baweriyan û nasnameyan.
Hewldana demokratîkkirina komarê
Li vir nêrîna birêz Abdullah Ocalan a Komara Demokratîk bi awayekî zelaltir tê fêmkirin. Ev nêrîn redkirina komarê nîne; berevajî wê, hewldana demokratîkkirina komarê ye. Li gorî vê perspektîfê, mesele ew e ku komar ji qalibên teng ên netewe-dewleta yekreng were derxistin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev, siyaseta demokratîk û jiyana hevpar were nûkirin.
Birêz Ocalan meseleya kurdî tenê wek meseleyeke etnîk an pirsgirêkeke ewlehiyê nabîne. Li gorî vê perspektîfê, meseleya kurdî di heman demê de meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku heta ziman, çand, bîr, nasname û îradeya siyasî ya gelê kurd neyê naskirin, komar nikare bi temamî bibe mala hevpar a hemû hemwelatiyan. Naskirina gelê kurd bi ziman, çand, nasname û bi mafên wî yên demokratîk komarê lawaz nake. Berevajî wê, komarê xurt dike.
Ji ber ku yekîtiya ku li ser înkarê ava bibe, yekîtiyeke rast nîne. Yekîtiya rast tenê bi wekhevî, azadî û ewlehiya hevpar dikare were avakirin. Li vir têgihîştina entegrasyona demokratîk jî girîng dibe. Entegrasyona demokratîk ne helandin e, ne asîmîlasyon e, ne jî wendakirina nasnameyê ye. Ew tê vê wateyê ku kurd bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe û bi îradeya xwe di nav jiyana hevpar de cih bigirin. Ev ne veqetîn e; ev jiyana hevpar a bi rûmet e. Îro ger behsa çareserî, aştî û civaka demokratîk tê kirin, divê ev nîqaş tenê wek hesabdayîna rabirdûyê neyê dîtin.
Naskirina gelê kurd
Meseleya esasî ew e ku ji barê giran ê înkarê derkevin û jiyana hevpar li ser bingeheke nû ava bikin. Aştî tenê bêdengbûna çekan nîne. Aştî naskirina wekhev a ziman, nasname, îrade û gelan e. Çareserî jî tenê bi guherîna gotinên fermî yan bi hin rêxistinên li ser kaxizê pêk nayê. Çareserî dema wate digire ku civak bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi bîra xwe, bi baweriya xwe û bi rêxistina xwe ya demokratîk cihê xwe bibîne.
Ger civak bêdeng were hiştin, komar demokratîk nabe. Ger civak bi îradeya xwe were pejirandin, wê demê komar naverokeke rast a demokratîk bi dest dixe. Ji aliyê meseleya kurdî ve dema em li vê nîqaşê dinihêrin, girîngiya wê hêj zêdetir derdikeve holê. Ji ber ku meseleya kurdî tenê bi paşketina aborî yan bi siyaseta ewlehiyê nayê şîrovekirin. Di bingeha vê meseleyê de nenaskirina gelê kurd heye.
Gelê Kurd bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe ya siyasî wek pêdiviyeke demokratîk û wekhev nehatiye pejirandin. Ger zimanê gelekî di jiyana giştî de were tunehesibandin, ger perwerdeya bi zimanê dayikê neyê pejirandin, ger îradeya herêmî her tim were astengkirin û ger nasnameya çandî wek pirsgirêkeke ewlehiyê were nîşandan, li wir behsa Komara Demokratîk kêm dimîne. Komara Demokratîk lêgerîna rakirina vê kêmasiyê ye. Ji ber vê yekê ew tenê teoriyeke siyasî nîne; ew perspektîfeke çareseriyê ya şênber e.
Ev perspektîf divê ji perwerdeya bi zimanê dayikê heta îradeya herêmî, ji hemwelatiya wekhev heta siyaseta demokratîk di jiyana rojane de bersiva xwe bibîne. Ji bo vê yekê mafên zimanî, çandî, siyasî û civakî divê ne tenê bi gotinên xweş, lê bi misogeriyên hiqûqî û destûrî werin parastin. Zimanê kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê, îradeya herêmî û rêxistina demokratîk a civakê divê wek xetere neyên dîtin. Ev ne xetereyên perçebûnê, pîvanên demokratîkbûnê ne.
Komar bi înkarê xurt nabe. Komar bi naskirinê xurt dibe. Komar bi bêdengkirina civakê xwe naparêze. Komar tenê bi gotina azad, siyaseta demokratîk û hiqûqa wekhev dikare xwe nû bike. Têgihiştineke wisa laîkiyê, dewleta hiqûqê û dewleta civakî jî li cihê xwe yê rasttir dide rûniştandin. Laîkî tenê veqetandina karên dîn û dewletê nîne; laîkî ew e ku dewlet ti dîn, mezheb û baweriyê neke nasnameya xwe ya fermî.
Qanaxa avakirinê
Dewleta hiqûqê jî tenê hebûna dadgehan nîne; ew e ku dewlet bi kêfa xwe tevnegere û mafên hemwelatiyan binpê neke. Dewleta civakî jî ew e ku gel li hember xizaniyê, bêkariyê, newekheviyê û bêçaretiyê tenê neyê hiştin. Lê ger van prensîban tenê li ser kaxizê bimînin, di jiyana civakî de bersiveke rast nadin. Li welatekî ku mafê gotinê tê sînorkirin, zimanê dayikê nayê naskirin, nasnameyên cuda di bin zextê de dimînin û îradeya herêmî her tim tê astengkirin, mirov nikare bi dilê rehet bêje ev komar bi temamî demokratîk e.
Ji ber vê yekê êdî hewcedarî bi qonaxeke avakirina pozîtîf heye. Tenê rexnekirin têrê nake. Divê li şûna înkarê naskirin, li şûna zextê azadî, li şûna yekrengiyê pirrengî, li şûna tirsê ewlehî û li şûna bêdengkirinê siyaseta demokratîk were avakirin. Tu navê gelêkî nabêjî, zimanê wî nas nakî, bîra wî tune dihesibînî, îradeya wî ya siyasî her tim di bin zextê de digirî û paşê jî behsa jiyana hevpar dikî.
Ev jiyana hevpar nîne. Ev tenê bêdengkirin e. Bêdengî jî aştî nîne. Aştî bi wê yekê mimkun e ku gel hev wekhev bibînin. Aştî bi wê yekê mimkun e ku dewlet ji jor ve li civakê nenihêre. Aştî bi wê yekê mimkun e ku kurd jî, tirk jî, elewî jî, sûnî jî, bawermend jî û bêbawer jî di heman çarçoveya hiqûqî de xwe wekhev û azad hîs bikin.
Di komareke demokratîk de hemwelatîbûn li gorî etnîsîte, neseb, dîn, mezheb an girêdana îdeolojîk nayê pênasekirin. Hemwelatîbûn li ser bingeha mafên wekhev tê pênasekirin. Divê herkes bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi baweriya xwe û bi nasnameya xwe di vê jiyana hevpar de cihê xwe bibîne.
Îro tişta ku Tirkiye pê hewce ye, domandina înkarê nîne; mezinkirina naskirinê ye. Ne kûrkirina siyaseta ewlehiyê ye; vekirina rêya siyaseta demokratîk e. Ne dîtina dewletê wek dewleta nasnameyekê ye; veguherandina wê bo bingeha hiqûqî ya hevpar a hemû hemwelatiyan e.
Hewcedariya dîrokî û civakî
Di sedsala duyemîn a komarê de pirsa esasî ev e: Komar dê bi têgihiştineke yekreng were domandin, an dê bigihîje bingeheke demokratîk ku hemû gel, ziman, bawerî û nasname tê de xwe wekhev û di ewlehiyê de hîs bikin? Ev mesele tenê meseleke teorîk nîne.
Li Tirkiyeyê li her cihê ku behsa çareserî, aştî û demokratîkbûnê tê kirin, divê ev rastî were dîtin: Li cihê ku gelê kurd nayê naskirin, zimanê dayikê nayê pejirandin, rêz li îradeya civakê nayê girtin û hiqûqa wekhev nayê avakirin, komar nikare bi wateya xwe ya tam bibe komareke demokratîk.
Komara Demokratîk gotineke vala nîne; hewcedariyeke dîrokî û civakî ye. Mesele redkirina komarê nîne. Mesele ew e ku komar bi rastî demokratîk bibe; ji dewleta nasnameyekê derkeve û bibe bingeha jiyana hevpar a hemû hemwelatiyan. Ji ber ku bi înkarê tişta ku mezin dibe dewlet nîne, krîz e. Tişta ku bi naskirinê mezin dibe jiyana hevpar û aştiya rast e. Komara Demokratîk ne bingeha înkarê ye, bingeha naskirinê ye. Ne bingeha zextê ye, bingeha azadiyê ye. Ne bingeha yekrengiyê ye, bingeha pirrengiyê ye. Ne bingeha tirsê ye, bingehê ewlehiyê ye.
Ger komar veguhere rêxistina jiyaneke hevpar ku tê de hemû gel xwe wekhev, azad û bi rûmet hîs bikin, wê demê ew ê wateya xwe ya rast bibîne. Ji ber ku komara rast ew nîne ku dewlet tenê ji nasnameyekê re were girêdan. Komara rast ew e ku dewlet bibe sîwana hevpar, demokratîk û wekhev a hemû gelan.


