Civaka herî kevnar, li ber şûrê çeteyên herî hov: Êzidî
Civaka êzidî ku li Şengalê jiyan dikin, bi guhartinên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, ketina ser sifreya guran. Ji ber ku êzidî xwedî baweriyek taybet in. Ev êriş herî zêde xeteriyê li ser êzidiyan çê dike, lê ji bo ku êzidî xwe ji nava van tofanên xeternak biparêzin tenê yek rêya wan heye ew jî paratina di lûtkeyên çiyayê Şengalê de ye.

Careke din welatê me ketiye ber bayê hetîketiya hovên serdemê. Vê carê bi destê çeteyên ku piştgiriya xwe ji Amerîkayê digirin û di bin navê "Dewleta Sûriyeyê" de dixwazin komkujiyekê li ser gelê me pêk bînin. Civaka me ya ku dixwaze bi awayekî herî sade bijî, carinan ji ber baweriya xwe û carinan jî ji ber erdnîgariya ku lê dijî, dibe qurbaniya lihevkirinên navdewletî. Lê dîroka berxwedana gelê kurd diyar e. Ji bo ku ev ax ji dest neçe, bêyî ku li ser jiyana xwe bifikirin, bedenên xwe dikin mertal. Bedelên mezin tên dayîn, lê rûmeta vî gelî tu carî nayê desteserkirin.
Niha li Rojava, careke din lihevkirinên navdewletî tên kirin, rojane gel şehîdan dide, jin û zarok ji malên xwe derdikevin da ku nekevin destê çeteyên hov. Berê jî gelek caran hatiye gotin ku êşa Şengal û Rojava yek e. Lê Şengal, warê Dewrêşê Evdî ku bingeha parastina baweriya êzidiyan e, rewşa wê ji ber taybetmendiyên olî cudatir e. Mixabin Şengal niha bûye cîranê çeteyên hov ên ku di fermana 3yê Tebaxa 2014an de gelê me komkuj kiribûn û dayikên me li bazaran firotibûn.
Ji bo êzidiyan ferman li ber derî ye, lê ya girîng ew e ku êzidî çawa nêzî vê pêvajoyê bibin û parastina xwe qayîm bikin. Ji bo ku em karibin îro bijîn, pêwîste em hinekî li ser dîrok û girîngiya Çiyayê Şengalê bifikirin. Ji ber wê jî ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya çiyê ji bo civaka me.
Kela parastinê, çiyayê Şengalê
Dîroka êzidiyan û berxwedana wan a li Çiyayê Şengalê, çîroka man û nemana gelekî ye ku bi hezarên salan e li hemberî qirkirinê, li ser pîroziyên xwe û axa xwe xwe diparêze. Çiyayê Şengalê di hişmendiya êzidiyan de ne tenê lûtkeyên kevirî ne,ew kela herî qahîm a parastinê ye ku di her 74 fermanan de bûye stargeh û sîngê xwe ji bo zarokên Êzidxanê vekiriye. Dema ku êriş pêk tên, êzidî berê xwe didin lûtkeyên bilind û di nav şikeftên kûr de bi taktîkên şerê gerîla û parastina herêmî li ber xwe didin. Di van berxwedanan de navên wekî Hemo Şêro ku di destpêka sedsala 20an de li hemberî zilmê li ber xwe da û di dema nû de lehengên wekî Egîd Civyan, Zerdeşt Şengalî û Berîvan Şengalî wekî sembolên vê vînê yên serdema nû derketine pêş. Van lehengan bi canê xwe nîşan dan ku Şengal tenê bi vîna keç û kurên xwe dikare were parastin.
Hunera xwe jiyandinê û yekîtiya civakî
Di demên ku dorpêç û şer giran dibe, jiyana li ser çiyê vediguhere hunereke xwe bijînê. Êzidiyan ji ezmûnên xwe yên dîrokî elimîna ku çawa kaniyên avê yên veşartî biparêzin û di şikeftên hênik de xwarinên hişk ên wekî genim, nîsk, gûz û fêkiyên çiyê wekî erzaqê fermanê embar bikin. Dema ku rêyên lojîstîk tên girtin, parvekirina civakî ya ku di koka dînê êzidatiyê de heye dibe dermanê birçîbûnê. Her kes tiştê di destê xwe de bi cîran û şervanan re parve dike û bi vî rengî teslîmiyetê red dikin.
Ev yekîtiya civakî bingeha parastinê ava dike. Berê parastin bêtir li ser bingeha eşîrtî û gundan bû, lê îro ev yek veguheriye pergaleke modern a xweparastinê. Avakirina YBŞ û YJŞê lûtkeya vê yekîtiyê ye. Êdî her gund û her malbatek xwe di bin banê van hêzên cewherî de dibîne û parastina Şengalê wekî erkeke neteweyî û pîroz pênase dike.
Amadekarî û paşeroj
Heke îro yan di pêşerojê de êrişek nû pêk were, pêdiviya herî mezin a civakê ew e ku xwe ji hêla hişmendî û leşkerî ve her gav amade bike. Lazim e ku êzidî tu carî xwe fêrî ewlehiya bi destê xerîban nekin û her malekê bikin navendeke perwerde û parastinê. Pêşketina civakî û xurtkirina YBŞ û YJŞê ji bo vî gelî mîna nefesê girîng e. Dema ku gel bi hemû hêza xwe piştgirî bide şervanên xwe, ne tenê hêza leşkerî zêde dibe, di heman demê de ruhê berxwedanê yê civakî jî geş dibe.
Piştgiriya gel ji bo van hêzan, lîstikên siyasî yên li ser Şengalê têk dibe û rê nade ku careke din qedera êzidiyan bikeve destê kesên ku di roja teng de pişta xwe didin wan. Di rewşên awarte de, yekîtiya di navbera gel û şervanan de mîna goşt û neynûkê ye. Heta ku gel li pişt şervanên xwe be û şervan jî li ser koka vê civakê şer bikin, tu ferman û tu êriş nikarin vîna Çiyayê Şengalê bişkînin.


