Ciwanan çalakiya ‘Li dijî şerê taybet şahiya Rûken Karaaslan’ li dar xistin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Bûrsayê û Komuna Xwendekaran a Uludag Mezopotamyayê çalakiya “Li dijî şerê taybet şahiya Rûken Karaaslan” li dar xist.

1 deqe xwendin
Ciwanan çalakiya ‘Li dijî şerê taybet şahiya Rûken Karaaslan’ li dar xistin

Çalakî û têkoşîna ciwanan a li dijî şerên taybet a dewletê didome. Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Komuna Xwendekaran a Uludag Mezopotamyayê li Parka Hacivatê ya navçeya Yildirimê ya Bûrsayê çalakiya “Li dijî şerê taybet şahiya Rûken Karaaslan” li dar xist. Rûken Karaaslan li Yolovayê di encama polîtîkayên şerê taybet jiyana xwe ji dest dabû. Ciwanan di şahiyê de pankartên “Em ciwanekî-e din winda nakin” û “Komuna xurt berxwedana Kurd” vekirin.

‘Em ê li her derê li ber xwe bidin’

Şahî bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Paşê bavê Rûken Karaaslan Emîn Karaaslan axivî û diyar kir ku Rûken zaroka gelê Kurd e û got: “Em dizanin ku hûn jî vê êşê hîs dikin. Rûken jiyanê bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide jê hez dikir. Em ê wekî wê li kolan û bajaran li ber xwe bidin. Gelê Kurd li dijî zilmê bi dehan sal in li ber xwe dide. Em li ku bin jî em ê li ber xwe bidin.”

‘Em ê bi komunan jiyanê ava bikin’

Paşê daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hozan Kirmizi ve hate xwendin. Hozan Kirmizi anî ziman ku desthilatdar bi salan e nekarî gel tune bike û got: “Bi politîkayên şerê taybet desthilatdar dixwaza gel tune bike. Em encax bi komunan dikarin xwe van şerê taybet xilas bikin. Em ê bi komunan jiyanê ava bikin.”

Piştî axaftinan, şahî bi pêşbirkê û gerandina govendê bi dawî bû.