CPT: Tirkiye daristanên Kurdistanê dibire

Endamê Rêxistina CPT ya amerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku ji serê meha Îlonê ve leşkerên Tirkiye dest bi pêngaveke ya birîna daristanên li herêma Zap û Avaşîn yên li herêma Amêdiyê kiriye.

1 deqe xwendin

Hate ragihandin ku dar bi kepçe û dûzeran ji kokê tên rakirin û bi amûrên pêşketî jî tên parçe parçekirin.

Kameran Osman anî ziman ku daran bi traktorên sivîl tên şandina nava xaka Tirkiye û got: “Ji bo şewatê bikar tînin. Dîsa ji bo çêkirina avahiyan, kursî, mase û amûrên din bikar tînin. Piştre van amûran dişinin nava Herêma Kurdistanê û difiroşin wan.”

Herî dawî Kameran Osman got: “Parastina jîngeh û sînor yên daristanên Kurdistanê di bername û pilana kîjan partiyên Kurdistanî de heye? Kîjan partiyê ha ji talankirina jîngeha Kurdistanê heye?