Meteorolojî ji bo Kurdistanê hişyarî da

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo gelek herêman hişyariya baranê û lehiyê kir. Meteorolojî taybetî ji bo Kurdistanê jî hişyariya veguheztina tozê kir.

1 deqe xwendin
Meteorolojî ji bo Kurdistanê hişyarî da

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêmên Ege, Behras Spî, Anatoliya Navîn, Deryaya Reş hişyariya barana bi birûsk kir.

Meteorolojiyê ragihand ku dê li Kurdistanê jî veguhastina tozê çêbibe. Ji ber vê yekê li hember barana bi herî, toza di hewayê de hişyarî kir. Hêjayî gotinê ye ku kesên pirsgirêka bêhnçikiyê dijîn divê li derve taybetî dema toz xuya kir, demeke dirêj nemînin.