Danişîna doza rojnameger Nedîm Orûç didome
Danişîna ewil a doza nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç ku serê sibê dest pê kir, li Dadgeha Şirnexê didome.

Danişîna ewil a doza nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê didome. Nedîm Orûç ji Girtîgeha Şirnexê anîn eywana danişînê û parêzerê wî Resul Temur di danişînê de amade bû. Nedîm Orûç ji 14ê meha Çile ve girtî ye û ji ber xebatên xwe yê rojnamegeriyê tê tawanbarkirin. Nedîm Orûç dema nûçeya xwepêşandanên ji bo Rojava li navçeya Cizîrê ya Şinrexê dişopand bi lêdanê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.
Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û nûnerê saziyên sivîl û siyasî jî beşdarî danişînê bûn û piştgiriya didin rojnameger Nedîm Orûç.
Danişîna doza Nedîm Oruç didome.


