Danûstendinên di navbera du zihniyet û projeyên dijber de

Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê demekî yê Sûriyeyê El Colanî de, di 10ê adara 2025an de lihevkirinek hat imzekirin.

1 deqe xwendin
Danûstendinên di navbera du zihniyet û projeyên dijber de

Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê demekî yê Sûriyeyê El Colanî de, di 10ê adara 2025an de lihevkirinek hat imzekirin. Her aliyek ji aliyên lihevkirinê armancên wan yên cuda ji vê lihevkirinê hebûn. El Colanî ketibû nava tewanbariyan. Piştî komkujiyên li dijî elewiyan, rastiya hewldanên wî ji bo bidawîkirina şer di Sûriyeyê de û derbaskirina zihniyeta kîn û tolhildanê ketibû nav gumanan de. Di milekî din de û di nav germahiya komkujiyan de amadekirinên Tirkiyeyê û grubên çekdar yên pê ve girêdayî hebûn ji bo dagerkirina rojavayê Kurdistanê û di deverên Xweseriya Demokratîk de plana şerê kurd-ereb dabûna pêş, jixwe di Reqa û Dêrazorê de tevlihevî destpêkiribûn, anku rewşa şerê navxweyî hatibû amdekirin. Lewra lihevkirina di navbera El Colanî-Ebdî de hat îmzekirin. Piştî lihevkirinê gelo danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, di navbera HSD û Colanî de wê ber bi ku ve here û çi encaman bi xwe re bîne? Pir cihê gumanane, çimkî danûstendin di navbera du proje û zihniyetên tersî hev de ne, rewşên siyasî û guhertinên di deverê de ew ferz kiriye.

Alternatîfa El Esed tunebû yan jî nedixwestin hebe

Di dirêjahiya 14 salan ji krîza Sûriyeyê, mûxalefeta li hember rêjîma El Esed nebû bersiv ji daxwazên gelê Sûriyeyê re. Yên di çarçova azadî, wekhevî û demokrasiyê de bûn li tersî wê bû bersiv ji ecendeyên Tirkiyeyê û Qeterê re, û hin jî bûn bingeh ji hembêzkirina rêxistinên mîna El Qaîde û DAIŞê re. Di encamê de hem rêjîma El Esed di nav xwe de riziya û hem jî mûxalefet di nav xwe de bêwate ma. Mijarên demokrasiyê, wekheviya gelên Sûriyeyê di rojeva wan de nema. Li şûna wê tewanbarkirina hevûdû, gawirkirina pêkhateyan, guhertina armancan ji hilwwşîna El Esed ber bi jiholêrakirina gelê kurd û ferzkirina sîstemeke îslama radîkal li ser Sûriyeyê û belavkirina zihniyeta Îxwanelmuslimîn û cîhadistan cih girtiye. Ev rewş ketiye xizmeta jihevxistin, wêrankirin û nebawerkirina pêkhateyên Sûriyeyê ya ji hev,ketiye xizmeta dewletên herêmî û hin hêzên navdewletî û temenê krîza Sûriyeyê dirêj kiriye. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de alternetîfeke demokratîk, pir reng, wekhevî, anku xweseriya demokratîk bi zihniyeteke demokratîk û li ser bingehê wekheviya gelan hatiye avakirin. Lê belê herdem rastî êrîşên mûxalefeta di bin hinceta cudekariyê de hatiye. Tirkiyeyê di bin hinceta terorê de û hin hêzên navdewletî bi hinceta berçavgirtina metirsiyên Tirkiyeyê û berjewendiyên xwe de, êrîş kirine. Hatiye. Ango wek alternetîf nedane pêş, ev tişta bi awayeke sîstematîk hatiye kirin, ku nedixwestin Sûriye têkeve ser rêya çareseriyê û aramiyê. Di 8ê mijdara 2024an de rêjîma El Esed hilweşiya. Piştî hilweşîna rêjîma Beşar El Esed û dawîhatina li sîstema Baas a zêdeyî 60 salî berdewam kir, rengê Sûriyeya nû, mijara demokrasiyê, nenavendîbûn û dawîanîna li şer û pevçûnan ketiyê rojevê. Lê belê yên anîne li ser serdestiya Sûriyeyê tu nirx û pîvanên wan rojevan di xwe de nahewîne û di eynî demê de beşeke ji