Dayik û kur bi hevre kuştin
Li Êlihê Dayik Aynur K. û kurê wê Ducane li mala xwe bi hevre kuştin.

Li taxa Pinarbaşi ya Êlihê jina bi navê Aynur K. û kurê wê Ducane K. li baxçeyên mala xwe hatin kuştin. Piştî bûyerê yekîneyên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê. Ducane K. li cihê bûyerê mir Aynur K. jî li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Kesê gumanbar jî hat binçavkirin.


