Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin

Li Stenbolê agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Çetîn Arkaş, aktivîstên TJA Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel û Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ve hat pêxistin.

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin

Li Stenbolê Newroza ‘Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ li Qada Yenikapiyê ya navçeya Fatîha Stenbolê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Çetîn Arkaş, aktivîstên TJA Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel û Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ve hat pêxistin. Girseyê jî li qade dirûşme berz kir.