Dayikên Şemiyê: Divê winda werin dîtin, kujer bên darizandin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1904emîn de li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku berî 35 salan di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1094yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku berî 35 salan di binçavan de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Setenay Yarici xwend.
‘Me qeyda te nekiriye, li vir tê bimirî tu kes jî agahî nagire’
Setenay Yarici anî ziman ku di hefteya 1094emîn de ew ji bo Yusuf Eriştî yê ku berî 35 salan bi malbata Erîştî re hatibû binçavkirin li vir in û wiha axivî: “Yusuf ji navçeya Reşadiye ya Tokatê bû. Di 14ê Adara 1991an de dema ku li gel hevalê xwe li Belgrakapiyê bû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û wî birin Şaxa Polîsan ya Gayrettepeyê. Parêzer Fethiye Pekşen ji bo ji Yusuf Erîştî re hevdîtîn bike serî li Dadgega Ewlehiyê ya Dewletê da. Lê hevdîtin pêk nehat. Paşê parêzer Fethiye Pekşen ji bo polîsan gilî kir, berpirsiyarên wê deme gotin ‘Yusuf Erîşyî nehatiye binçavkirin.’ Lê kesên ku di heman demê de hatibîn binçavkirin Yusuf Erîştî di binçavan de dîtibûn. Polîsan di binçavan de ji Yusuf re gotibûn ‘me qeyda te nekiriye, li vir tu bimirî tu kes jî agahî nagire’.”
‘Em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”
Setenay Yarici destnîşan kir ku Bekîr û Arîfe Erîştî bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dan û got: “Em ê doza ku wan ji me re hiştiye hilgirin û aqûbeta Yusuf Erîştî bipirsin. Bi ser winda kirina Yusuf Erîştî 35 saş derbas bû. Em bang dikin ku ‘Yusuf Erîştî li ku ye.’ Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.


