‘Dê çalakiyên azadiya Rêber Ocalan bidomin’

Heyeta CPT di 13-21’ê Sibatê de hat Tirkiyeyê. Heyeta CPT bêyî ku biçe Îmraliyê û rapor bigire ji Tirkiyeyê vegeriya.

1 deqe xwendin
‘Dê çalakiyên azadiya Rêber Ocalan bidomin’

Heyeta CPT di 13-21’ê Sibatê de hat Tirkiyeyê. Heyeta CPT bêyî ku biçe Îmraliyê û rapor bigire ji Tirkiyeyê vegeriya. Li dijî vê helwesta CPT nêzî 500 jin di pêşengiya TJK-E’yê de li pêş CPT çalakî li dar xist.

Têkildarî helwesta CPT û armanca çalakiyê berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan ji rojnameya me re axivî. Kaplan diyar kir ku di 10’ê cotmeha 2023’an de bi tevlêbûna 3 sendîqayên mezin ên Îngilistan, Îtalya û sendîkayên Afrîqayê li Strasbûrgê bi gel nûnerên saziyên civakî û kesayetiyên navdar ji bo azadiya Rêber Ocalan dest bi hamleyê kirin û wiha got: “Em wekî tevgera jinên azad jî li vê pêngavê xwedî derdikevin. Ji bo ku ev pêngav bi serkeftî encam bibe me mîsyonek li xwe bar kiriye. Rêber Ocalan rol, misyon, bawerî û xweşikahiyek daye jinên kurd. Felsefe û paradigmaya Birêz Ocalan hem ji bo guhertin û veguhertina tevgera jinên kurd û hem ji bo avakirina civaka kurd rolek daye jinên kurd. Ji ber vê yekê em xwe berpirsiyar dibînin. Ji bo ev hamle bi ser bikeve û Rêber Ocalan bigihêje azadiya fizîkî, em ê çalakî û xebatên xwe li ser vî esasî pêş bixin. Ji ber ku pergala tecrîd û îzolasyonê îşkence ye ev pêngav pir girîng e. Bi vê tecrîda ku di giravek ji gelê kurd dûr armanc dike ku gelê kurd teslîm bigirin û qirkirina siyasî û civakî pêk bînin.”

Berxwedana Îmraliyê ya me ye

Berdevka TJK-E’yê Kaplan anî ziman ku bi taybetî piştî dîlgirtina 15’ê sibatê, Rêber Ocalan li Îmraliyê her tim li ber xwe daye û tu carî li dijî vê îşkence û pergalê serî netewandiye û wiha axivî: “Berxwedana li Îmraliyê berxwedana me ye jî. Ji ber vê yekê em van polîtîkayên qirêj û lîstikên qirêj ên komkujiya kurdan tu carî qebûl nakin. Ev pêngava ku hatiye destpêkirin, redkirina vê politikaya tecrîd û komkujiyê ye. Ev pêngav bersiva polîtîkayên qirêj a tecrîdê ye.”

Em helwesta CPT qebûl nakin

Kaplan da zanîn ku bi salan e li hemberî CPT bendewariyek heye û got: “Ji bo vê yekê çalakî tên lidarxistin. Armanc û çarçoveya avakirina CPT diyar e.Divê CPT li gorî vê çarçoveyê xebatên xwe pêş bixe. Em bi dewleta ku hemû mafên hiqûqî, zagonî, mirovî û demokratîk binpê dike re rû bi rû ne. Tirkiye hemû peymanên gerdûnî îmze kiriye. Lê li gorî wan tev nagere. Her çendî Tirkiye xwe demokratîk bibîne jî, bi tecrîd û izolasyona li ser Rêber Ocalan îşkenceyê li Ocalan dike. CPT saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Lê li şûna erka xwe pêk bîne xwe ji wijdanê welatên Ewropa û Konseya Ewropa re hiştiye. Ev helwesta CPT bi tu awayî nayê qebûlkirin. Saziyek wisa divê bi temamî xwe ji siyasetê dûr bixe. Lê em dibînin ku xwe ji siyasetê dûr naxe. Armanca çalakiya ku me di 27’ê Sibatê de li pêş CPT pêk anî ew bû ku em dengê Rêberê xwe bibihîzin. Em vê helwesta CPT qebûl nakin. Zêdeyî 3 sal in parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê. Girtiyên li Îmraliyê girtiyên siyasî ne. Divê mafên wan ên zagonî yên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê parastin. Armanca vê çalakiya me em erk û berpirsiyariya CPT bînin bîra wan. Divê bil ez CPT erka xwe pêk b