Dê di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan bixwînin
DEM Partî tekildarî salvegera banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bernameyekê li dar bixe û peyama wî ya nû bi raya giştî re parve bike.

DEM Partî dê tekildarî salvegera banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Enqereyê seat di 11.00an de bernameyekê li dar bixe. Şandeya DEM Partî û Hevserokên Giştî yên DEM Partî jî dê tevlî bernameyê bibin. Di bernameyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan jî bi raya giştî re bê parvekirin. Dê li ser merhaleya pêvajo gihîştiyê jî gotûbêj bên kirin.


