Dê DYA hezar leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne!

Hat ragihandin ku DYA plan dike di nava du mehên pêşiya me de hezar leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne.

1 deqe xwendin
Dê DYA hezar leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne!

Li gorî nûçeyên The Wall Street Journal û CBS Newsê, plana vekişandinê di demên dawîn de leztir bûye. Hat diyarkirin ku hêzên DYAyê hefteya borî ji navendên leşkerî el Tanf û el Şeddadî ên di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê de dihatin bikaranîn, dest bi vekişînê kirine.

Di nûçeyan de hat destnîşankirin ku di serdema Ahmed el-Şara yê HTŞyî de ku piştî hilweşîna Beşar Esad a di dawiya sala 2024an de hat ser desthilatdariyê Washingtonê piştevanî daye hewldana rêveberiya nû ya avakirina otorîteya li seranserê welêt. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio diyar kiribû ku ew ji rêgeha ku Sûriye wê dişopîne, memnûn in.

Herwiha tê diyarkirin ku her ku diçe DYA baldariya xwe ya leşkerî dide Îranê. Washington dibêje ku ger têkildarî bernameya nukleera Îranê lihekirinek çênebe ew ê serî li rêyên leşkerî bide.

CNN û CBS Newsê ragihandin ku artêşa DYAyê ji dawiya hefteyê û pê ve ji êrişên muhtemel ên li ser Îranê re amade ye. Lê belê hat îfadekirin ku serokê DYAyê Donald Trump hê biryareke dawîn nedaye.

Tevî ku tê diyarkirin DYAyê ji welatê Kendavê re du keştiyên balafiran şandine û li herêmê bi deh hezaran leşkerên wê hene jî lê belê Pentagonê têkildarî mijara berbehs hê daxuyaniyeke fermî nedaye.