Dê DYA û Îran roja înê bicivin

Nakokiya cih zelal bû, civîna DYA û Îranê ya der barê guftûgoyên nûkleerê de dê sibê li Omanê pêk bê.

1 deqe xwendin
Dê DYA û Îran roja înê bicivin

Dewletên Yekbûyî yên Îranê (DYA) û Îran ku li ser cih û formatê civînê de li nîqaş dimeşandin li ser Omanê pêk hatin. Civîna diviya sibê li Stenbolê bihata çêkirin, dê li paytext Mesqeta Omanê pêk bê.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî muzakereyên nukleerî paytexta Ummanê Mesqetê çê bibin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçi jî diyar kir ku dê roja înê li Omanê pêk bê.

Arakçî di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de ev tişt got: “Plana me ew e ku hevdîtinên nukleerî yên bi DYAyê re roja înê saet 10an de li Maskatê werin kirin. Ez spasiya birayên me yên omanî dikim ku hemû amadekariyên pêwîst kirine.”

Cih guherî naverok nediyar e

Civîna mûzakereyên nûkleerê dihat payîn ku li Stenbolê pêk bê. Bes li ser îtîraza Îranê ya der barê cih û formata civînê vegeriyabû qeydanê di navbera her du dewletan de. DYAyê dixwest civîn li Stenbolê û bi rojeva mijarên nûkleerê û moşekên balîstîk pêk bê. Îranê jî dixwest ku li cihek din û bi rojeva nûkleerê tenê civîn bê kirin, mijara mûşekên balîstik derveyî nîqaşê bê hiştin. Li gorî daxuyaniyan nakokiya cihê civînê li gorî xwesteka Îranê çareser bû bes di aliyê naverokê de rewşek çawa derket holê nayê zanîn.