Dê her bimîne stêrkeke geş li esmanê wêjeya kurdî

Bi koçkirina Ehmed Huseynî stêrkeke geş ji esmanê wêjeya kurdî ji cihê xwe liviya lê bi berhemên wî yên hêja ew stêrk wê ti caran neweşe û her bimîne stêrkek geş li esmanê welatê agir û rojê

1 deqe xwendin
Dê her bimîne stêrkeke geş li esmanê wêjeya kurdî

Min digot; tu yê vegerî 

Bi rihê xwe yê xweşik

Wek çûkekî beytik 

Bêpêjin û sivik 

Xwe deynî ser sifirneya dilê Rojava yê tenik ...

Wê niha Qamişloka te ya bi çar çavan li hêviya vegera te bû 

çi xweliyê li serê xwe bike....

Wê çawa pêşwaziya laşê te yê bê keftileft û tevger bike

Lê bawerim

Wê giyanê te wekî perperîkeke rengîn 

Li ser ezmanê welatê te bifire û her bêje, 

Ji te hez dikim welato

Helbestvan û rewşenbîrê kurd Ehmed Huseynî piştî têkoşîneke dijwar bi nexweşiya penceşêrê re, di 10ê adara 2026an de li paytexta Swêd Stokholmê jiyana xwe ji dest da. Min jî xwest di destpêka nivîsê de bi helbestekê wî bîr bînim. Gelek bîranînên me çêbûn û bi mebesta nivîsê careke din wî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Bi koçkirina Ehmed Huseynî re stêrkeke geş ji esmanê wêjeya kurdî weşiya lê ew stêrka geş ti caran venamire. Dê Ehmed Huseynî bi berhemên xwe bi azmûn û dan û standinên xwe yên bi civaka xwe re her dem di hiş û dilê hezkiriyên wêje û zimanê kurdî de her geş û ronahî bimîne.

Ehmed Huseynî ji bo wêjeya kurdî gelek berhemên giranbûha û ‘Dîwan’ek têr û tije hiştin. Di helbestên xwe de nemaze cih dide têgihên azadî, berxwedan, sirgûnî û welat. Her wiha mirov di helbestên wî de dîroka Kurdistanê dibîne û gelek lehengên kurd bûne mijara helbestên wî. Mirov di helbestên Ehmed Huseynî de hem derdikeve rêwîtiya dîrokê û hem jî bajar bi bajar li erdnîgariya Kurdistanê digere. 

“Xewnên Qendîlos di çavên hîva çardeşevî de;

bi zimanê alal û binefşan dinimîne!

Bangên Qamişlokê zeft dike

û barana şehîdan bi ser hinarkên Amedê de dibarîne!

Asoyên Wanê,

keziyên Geverê…”

ŞÊXÊ HELBESTA KURDÎ

Bêguman ne mimkun e mirov bi nivîsekê analîza helbestên Ehmed Huseynî bike, lê ez jî dixwazim ji helbestên wî çend mînakan bidim. Di helbestên xwe de tenê peyv nedianî gel hev, tenê hevok saz nedikir û li hev rêz nedikirin, her wiha ruh dida wan peyvan û wek şêxê helbesta kurdî dihat pênasekirin. Di vê helbestê te hostahiya peyvên hemwate rêz dike;

Li nik

tirsa xizêmzîvê..

li cem

raperîna siya behîvê

li ba bêdengiya

çemê axînê

li gel

arama

şaxên birînê

bi dîwarê zindanê re

bi ferhenga kovanê

li nik dîlanê

çîrokên talanê

mirina baranê

fêr dibû

têr dibû

ji hezkirina jiyanê.

Ehmed Huseynî di jiyana xwe û dan û standinên xwe de mirovekî gelekî nefsbiçûk û dilsoz bû. Rewşenbîrekî dilnizim û helbestkarekî diltenik bû. Ew bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin û bi wêjekar û helbestvanan re rewşenbîrekî têr û tijî bû. 

Huseynî di nav wêjekarên kurd de bi taybetî li bakur û rojavayê Kurdistanê bi navê Şêxê helbesta kurdî ya nûjen dihate binavkirin.

STÛNEKÎ HERÎ BINGEHÎN

Ehmed Huseynî di helbesta kurdî ya nûjen de stûnekî herî bingehîn e û dê her wiha bimîne. Me hemûyan şahidiya destan û berxwedana Kobanê kir û heta niha têkildarî destana Kobanê gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Ehmed Huseynî jî bi van hevokan hestên xwe yên der heqê Kobanê anî ziman; 

çiya bangî deştê kir,

Kobanê bersiv da Şengalê:

Li vir im

Li vir im

Li vir im

Navika azadiyê dibirim

Bi baskên xwînê

dê ber bi te ve bifirim..!

Kobanê

ka were!

serê xwe deyne

ser çoka min

ez ê

ji te re

strana Derwêşê Evdî

bibêjim

were

ez ê

xwîna dilê xwe

bi ser rihana navê te de

birêjim...!

Porê te yê reş û dirêj

Bi alî kîjan azadiyê ve dibeze!!?

Destên xwe ji kuştina min daweşîne,

û careke din

ji min re, welatekî,

di azadiya porê xwe de bibîne...”

HELBESTA QENDÎLOS Û OCALANOS

Ehmed Huseynî bi salan nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kir û heftane nivîsên wî dihatin weşandin. Di sibata 2008an de dema dewleta tirk li hemberî qadên parastinê yên medyayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û piştî têkçûna artêşa tirk rojnameyê manşeta ‘Siwar hatin peya çûn’ avêtibû. Di meha sibatê de Ehmed Huseynî jî bi sernavê ‘Qendîlos Ocalanos’ helbestek nivîsandibû û helbest cara ewil di 1ê adara 2008an de di rojnameya Azadiya Welat de hatibû weşandin. 

Her wiha Ehmed Huseynî di alvegera damezirandina PKKê de ku di Roj TVyê de zindî hatibû weşandin ev helbest xwendibû. Di dawiya  beşa yekemîn a helbestê de wiha nivîsandibû;

“Ocalanos ji helbestan, ji kêlên dîrokê, ji darbesta  gulan û ji dengbêjên mirinê dipirsî!

Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!”

Ehmed Huseynî dema ev hevok xwend hemû rûpelên helbestê avêtibûn hewa. Piştre ev helbest ji aliyê hinek kesan ve bibû mijara nîqaşê û wî wiha bersiv dabû; “Mebesta min ji (pêl)ê cemawerê kurd ê ku serê çend salan e wateyên heyînê pêşkêşî nasnameya kurdî dikin û ji (av)ê jî hizr û boçûnên Ocalanos, bûn… Piştî xirecira nivîsên ji pêlavan jî erzantir, yên ku, ne bi tenê bi qurbana pêlava Ocalanos bin lê belê bi qurbana pêlava min jî bin, min ew hevoka nû, li helbesta di înternêtê de jî zêde kir. Piştî weşandina helbestê di Roj TVyê de, hin kesên ku gotina min a pêl-avê; bîranînên wan ên kevnar ên maçîkirina pêlava Ocalan vejand, dest pê kirin û pêl-ava min, veguherandin û ji xwe re kirin pêlavek, xistin devê xwe û dest bi cûtina wê kirin… Deq, ragihandin, nivîs û rexneyên ku îro di kurmanciyê de, bêyî berpirsyariyek e exlaqî, wijdanî, bêyî paşxaneyeke tund û bêyî zanyariyeke kûr, bê ast û bêyî hestbariyeke zimanî û ferhengî, tên nivîsandin, ziyaneke mezin digihînin dîmenê giştî ya kurmanciyê.”

JIYANEKE LI XERÎBIYÊ

Ehmed Huseynî salên dûvdirêj li welatên xerîbiyê derbas kirin û di dema ku êrişên dijwar li ser rojavayê Kurdistanê dest pê kirin û di demekê de ku gelek kesan ji ber şer berê xwe dida koçberiyê, Ehmed Huseynî dawî li koçberiyê anî û vegeriya Rojava û li wir jiyana xwe berdewam kir. 

Lê mîrata penceşêrê gelekî zor dayê û beriya derdora salekî ji bo dermankirinê ji neçarî dîsa berê xwe da welatên xerîbiyê. Ehmed ti caran nedixwest ku li derveyî himbêza axa xwe bimire lê mixabin vê nexweşiya bêbext ew dîsa neçarî xerîbiyê kiribû. 

Ehmed Huseynî ji dema ku bîr biriye û heta kêlîka dawî ya jiyana xwe mirovekî dilsoz, xwedîbiryar û rewşenbîrekî wêrek û girêdayî şîn û şahî û êşa gelê xwe bû. 

Di hemû helwest û nêzîkatiyên xwe de her dem li kêleka yekîtiyê bû. Ti caran rê nedida dubendî û dijminahiya alîgiriya bi korayî û hîzbîtiyê. Huseynî beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo avakirina Tevgera Rewşenbîrên Kurd ên Rojava derbas kir. Ev tevger bi keda mezin a Ehmed Huseynî hat avakirin. 

Ez dixwazim nivîsa xwe bi beşek ji helbesta Huseynî ya bi navê ‘Li wir bimîne’ bi dawî bikim; 

…li wir bimîne

da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne

li wir bimîne

da ku dilê xwe derxînim

xwîna xwe bi navê te vêxînim

û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim

dilê min veke û xwe tê de bibîne

ruhê min veke û ji min bistîne

helbesta min jî veke

û li goristanên vê Rojavayê bigerîne…”

Jiyaneke wek helbestê

Ehmed Huseynî di sala 1955an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li zanîngeha Şamê ya Sûriyeyê beşa felsefeyê qedan.

Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989an de çû Swêdê.

Di sala 2002yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan hatin çapkirin. Her wiha di serî de Azadiya Welat, li gelek kovaran nivîs û helbestên wî hatine weşandin. Demeke dirêj di Roj TVyê de bernameya wêjeyê pêşkeş kir. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TVyê de bernameya wî hebû.

Ehmed Huseynî di Rojnameya Xwebûnê de ku niha wek Azadiya Welat tê ber destê we de jî di nav lijneya weşanê de cih digirt. 

Ehmed Huseynî di nav xebatên ku dikir de gelek berheman jî nivîsî.

Berhemên Ehmed Huseynî

1-           Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê

2-           Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû

3-           Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû

4-           Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê

5-           Dîwan (Berhemên giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê, piştre Weşanên Aramê çap kir

6-           Bajarê dirinde, 2003, Weşanên Belkî

7-           Çend dîmenên xemgîn ên kurmanciya nivîskî 2004, Weşanên Aram.