Dê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê were lidarxistin
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê di 26ê nîsanê roja yekşemê li Amedê konferansekê li dar bixe.

Konferansa ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê organîzekirin, dê siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din bîne cem hev.
Konferans dê li Hola Konferansê ya Alî Emrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were û dê ji saet 09:00an heta 17:00an bidome.


