Dê li Amedê ji bo Kobanê alîkarî were berhevkirin

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê lîste û navnîşana berhevkirina alîkariya ji bo Kobanê parve kir û xwest hemû gel piştgiriyê bide alîkariyê.

1 deqe xwendin
Dê li Amedê ji bo Kobanê alîkarî were berhevkirin

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ku ji bo Kobanê dest bi alîkariya mirovî kiriye, daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Mezoptamyayê hat lidarxistin û pêkhateyên platformê tev li bûn. Metna bi kurmancî seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk û metna bi tirkî jî serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz xwend.

Daxuyaniya ji bo kampanya alîkariya mirovî bi vî rengî ye: “Li dijî krîza mirovî ya ku hefteyên dawî li Kobanê kûr dibe, piştî banga me ya duh a ji bo raya giştî, wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê me kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn daye destpêkirin. Ji ber koçberiya zêde û mercên giran ên jiyanê li herêmê, di gihîştina malzemeyên pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî tên jiyîn.

Di vê çarçoveyê de, li gorî lîsteya pêdiviyan a ku ji qadê ji me re hatiye ragihandin, berhevkirina van malzemeyan dest pê kiriye:

Lîsteya pêdiviyên lezgîn; ava vexwarinê, malzemeyên xwarinê, berhemên hîjyenê yên jinan, şîr, xwarin (mama) û potikên (bez) zarokan, betanî, cil û bergên zivistanê (mont, qazax, bot).

Berhemên destê duyem nayên qebûlkirin.

Navendên berhevkirina alîkariyê; Qada Fuarê (ser rêya Xarpêtê) – Têkilî: 0 536 031 24 21, Otoparka Stadê Millet Bahçesi (Stadyuma Kevn) – Têkilî: 0 536 031 24 61

Tê plankirin ku hemû alîkariyên mirovî yên hatine berhevkirin, di ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin. Herwiha em radigihînin raya giştî ku; 30 TIRên ku dê bi malzemeyên alîkariyê werin barkirin niha amade ne û bi girtina destûrên pêwîst re dê sewqiyat demildest pêk were.

Em bang li hemû gelê xwe û aliyên hestiyar dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya piştevaniya mirovî.”

Piştî daxuyaniyê hevşaredarê Amedê Dogan Hatun jî axivî û banga lezgîn a alîkariya mirovî li xelkê Amedê kir.