Dê li PEyê ji bo kurdan a li Tirkiyeyê bicivin

Li Parlamenta Ewropayê wê di 25ê sibatê de bi civînekê mijarên diyalog, aştî, lihevkirin û demokrasî ya navbera kurd û tirkan de bê nirxandin.

1 deqe xwendin
Dê li PEyê ji bo kurdan a li Tirkiyeyê bicivin

Bi malovaniya endama Parlamenta Ewropayê (MEP) Evîn Încîr wê civînek bi sernavê “Turkey and the Kurds in Dialogue: Peace, Reconciliation and Democracy” di 25ê sibata 2026an de roja çarşemê li Brukselê bê lidarxistin. Civîn wê li salona SPINELLI 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 17:00-19:00an de pêk were.

Moderatoriya bernameyê wê ji aliyê rojnameger Amberîn Zaman ve bê kirin. Di civînê de ku axaftin wê bi zimanên îngilîzî, almanî û îtalî bên wergerandin, endamên Parlamenta Ewropayê yên ji komên siyasî yên cuda, akademîsyen û siyasetmedar wê biaxivin.

Li gel Evîn Încîr wê endama desteya rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdevîren, Andreas Schieder, Leoluca Orlando, Per Clausen, Thijs Reuten û Dr. Ayhan Işik tevlî bibin.

Parêzera Mafên Mirovan Şîrîn Ebadî ya ku Xelta Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê Bianca Jagger û Xelatgira Saskharovê Leyla Zana piştevanên civînê ne. Herwiha te ragihandin ku dê endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar,  Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed  û Fermandara YPJ Rojhilat Efrîn jî dê beşdarî civînê bibin.

Tê payin ku di civînê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û rola gengaz a Ewropayê ya di vê pêvajoyê de bên nirxandin.