Dê Salih Muslim li Kobanê bê binaxkirin
Cenazeyê siyasetmedar Salih Muslim bi merasîmekê ber bi rojavayê Kurdistanê ve hat rêkirin.

Siyasetmedarê kurd, têkoşer, ji pêşengên diyar ên Şoreşa Rojava, endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di heman demê de hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, duh bi şev li Hewlêrê ji ber nexweşiya gurcikê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya RojNewsê vê şeveqê bi amadebûna hejmarek siyasetmedar û welatiyan li Tiba Edlî ya Hewlêrê cenazeyê Salih Muslim hat wergirtin û bi merasîmekê ber bi rojavayê Kurdistanê ve hat rêkirin. Welatiyan wêneyên Salih Muslim rakirin û cenazeyê wî bi dilxemgîniyek mezin rê kirin.
Hat zanîn ku cenazeyê Salih Muslim dê bi ser Deriyê Sêmalka re bişînin Rojavayê Kurdistanê. Cenaze dê li Qamişlo bê pêşwazîkirin û paşê bişînin Kobanê û cenaze dê li bajarê berxwedêr li Kobanê bê veşartin.


