ÎHDê li Newala Qesaba xwest çarenûsa windayan ronî bikin
ÎHDê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Windakiriyan li Newala Qesaba ya Sêrtê daxuyanî da û xwest ku çarenûsa hemû kesên hatine windakirin bê eşkerekirin û kujer bên darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê daxuyanî da. Şaxên ÎHDa Amed, Êlih, Wan, Riha û Bedlîs, rêveber û endamên DBP, DEM Partî û CHPê, Baroya Sêrtê, Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, BOTAN-DER, Şaxa DÎSK Genel Îşê ya Sêrtê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Em ji bo hevrûbûnê dimeşin, em ê ji bo windahiyên xwe dest ji hiqûq û edaletê bernadin” hilgirtin.
‘Divê dewlet tiştên ku kiriye û kujeran derxe holê’
Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz ewilî axivî û got: “Di salên 90î de li dijî Kurdan li vê erdnîgariyê polîtîkayên bi vî awayî gelek hatin meşandin. Bi hezaran mirov bi darê zorê hatin windakirin û qetilkirin. Xizmên windayan û ÎHD 30 sal in bê navber li aqûbeta van kesan dipirse. Divê dewlet tiştên ku kiriye û kujeran derxe holê. Îro ev qada ku em lê ne jî di dîroka komarê de, qada kesên ku bi darê zorê hatine windakirin û qetilkirin e. Ev li ber çavên hemû raya giştî ye. Di sala 1989an de cara ewil li vir cenazeyê 8 kesan derket. Lê gelek îdîa hene ku li vir cenazeyê bi hezaran kesan hene.”
‘Tundiya dewletê li dijî tevahiya civakê bû’
Dû re Rêvebera Şaxa ÎHDa Sêrtê Sohbet Altan Çetîn daxuyanî xwend. Sohbet Altan Çetîn diyar kir ku ew her sal di navbera 17-31ê Gulanê Hefteya Windakirîyan de kesên di dinçavan de hatine windakirin bi bîr tînin. Sohbet Altan Çetîn da zanîn ku ew rêzeçalakiyan li dar dixin da ku çarenûsa kesên ku di binçavan de hatine windakirin bê ronîkirin û got: “Em ê li dijî veşartina vê binpêkirina giran a mafên mirovan bisekinin û li dijî bêcezatiyê jî şer bikin. Em hezkiriyên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin, bi hesret bi bîr tînin û daxwaza xwe ya ji bo rastî, edalet û lihevhatinê dubare dikin. Windakirinên bi zorê yên ku di qirkirina Ermeniyan a 1915an de hatibû kirin rastiyek e ku divê Tirkiye pê re rû bi rû bimîne. Windakirinên bi zorê yên sîstematîk ên di binçavan de, ku di salên 1990î de belav bûn, wekî formeke tund a tundiya dewletê ne tenê li dijî kesan li dijî tevahiya civakê bû. Mirov ji mal, cihên kar, gund û heta di nîvê kolanê de hatibûn girtin û careke din tu agahî ji wan nehat bihîstin.”
‘Bi zorê penase kiriye’
Sohbet Altan Çetîn da zanîn ku li gorî Xala 5an a Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî windakirinên bi darê zorê bi berfirehî û bi sîstematîk wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê hesibandin û got: “Kiryarên wiha li gorî qanûnên navneteweyî ya heyî weke ceza têne hesibandin. Qanûnên navneteweyî û qanûna cezayî ya Tirkiyeyê jî bi eşkere destnîşan dikin ku dema jidayikbûnê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê derbas nabe. Wekî din, dewletên ku peyman îmze kirine mecbûr in tedbîrên pêwîst bigirin da ku pêşî li ‘Windakirinên bi darê zorê’ bê girtin. Lê Tirkiye bi berdewamî red dike ku bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne û xwe ji îmzekirina peymanan dûr dixe. Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî mafê jiyanê, qedexekirina îşkenceyê, mafê azadî û ewlehiya kesane û mafê çareyê garantî dikin. Gelek biryarên DMMEyê yên derbarê Tirkiyeyê de jî têkçûna lêpirsînên bi bandor ên li ser windakirinên bi darê zorê wekî binpêkirinek giran a mafan pênase kiriye.”
Sohbet Altan Çetîn daxwazên ÎHDê wiha rêz kir:
* Divê çarenûsa hemû kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin bê eşkerekirin.
* Divê sûcê windakirina bi darê zorê di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de bi eşkere wekî sûcek li dijî mirovahiyê bê pênasekirin.
* Divê pratîka bêcezatiyê di hemû dozên windakirina bi darê zorê de bi dawî bibe.
* Divê kesên berpirsiyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de bên darizandin.
* Divê qedexeya neqanûnî û neqanûnî ya li ser kombûnan û sînorkirina hejmara beşdaran li Qada Galatasarayê tavilê bê rakirin. Da ku kesên di çalakiyên şemiyê de bikaribin daxwazên xwe bi azadî bînin ziman.
* Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê Zorê îmze bike, pesend bike û bi bandor bi cih bîne.
* Divê biryarên DMMEyê yên derbarê windakirina bi darê zorê de bi tevahî bên bicihanîn.
Sohbet Altan Çetîn di dawiyê de ev yek anî ziman: “Bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Windakirinên Bi Darê Zorê, em bejna xwe li ber bîranîna hemû windakiriyan ditewînin û careke din diyar dikin ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo rastî û edaletê bernedin.”
‘Kujeran xelat dikin’
Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alphan jî axivî û got: “Îro ev qada ku em lê ne dê di bîra herkesî de weke travmayeke bimîne. Ji sala 95an vir ve dewleta ku ji xwe re dibêje ez demokrat im, mixabin heta niha tiştên ku hatine kirin li gorî hiqûqê bi cih neaniye. Heta niha bûyerên ku hene jî ya dibêje dem derbas bûye yan jî kujeran bi awayekî xelat dikin. Armanca me ya ku em li vir jî hemû ji bo kujer bêne diyarkirin û mafê kesên ku hatine windakirin bê stendin û zelaliyek derkeve holê.”


