MEBYA-DERê 28 şehîdên Çiyayê Bêzarê bi bîr anîn
MEBYA-DERê ya Semsûrê 28 ciwanên ku piraniya wan xwendekarên dersxaneyê bûn û di sala 1994an de li Çiyayê Bêzarê di bombebarana hewayî de hatin kuştin, bi bîr anîn. Nûnerê MEBYA-DERê yê Semsûrê Kemal Taştan diyar kir ku dê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.

Şaxa MEBYA-DERê ya Semsûrê ji bo 28 ciwanên ku di 17ê Gulana 1994an de li Çiyayê Bêzarê di bombebarana hewayî de hatin kuştin, bîranînek li dar xist. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li Goristana Kayapinarê, li ser goreke sembolîk a ku navên 28 ciwanan û nivîsa "Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku em amade ne ji bo wê bimirin" li ser kom bûn û 28 ciwan bibîr anîn.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê MEBYA-DER a Semsûrê Kemal Taştan axivî û got: "Gulan meha şehîdan e. Em li vir in ku şehîdên xwe bi bîr bînin û têkoşîna ku wan li pey xwe hiştiye bidomînin. Di 17ê Gulana 1994an de, 28 hevalên me li Çiyayê Bêzarê hatin qetlkirin. 22 ji wan xwendekarên dersxaneyê bûn. Ev mirov bêçek bûn. Kuştina mirovên bêçek aliyekî din ê qetlîamê ye." Taştan destnîşan kir ku ew ê qetlîama li Çiyayê Bêzarê ji bîr nekin û got: "Çiqas dem derbas bibe jî, ji bîrkirina wan ne mimkûn e. Rêya wan rêya me ye. Em ê her tim ala wan û têkoşîna wan bi serbilindî hilgirin. Bê guman em ê bi ser bikevin."
Kemal Taştan behsa Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk kir û got: "Pêvajoyeke aştiyê heye ku Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo pêşengiya wê dike. Daxwaza me ji rayedaran di vê pêvajoya aştiyê de ew e ku gavên berbiçav demildest bên avêtin. Divê şert û mercên ku Rêber Apo bi gelê xwe re hevdîtinê bike demildest werin afirandin. Her wiha em li bendê ne ku gavên qanûnî yên pêwîst ji bo hevalên me yên li çiya û li sirgûnê werin avêtin da ku vegerin welatê xwe. Kurdan tişta ketiye ser milê wan kiriye, niha dora dewletê ye ku gavên berbiçav bavêje."
Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.


