DEM Partiyê ji bo Qetlîama Seyfo banga hevrûbûnê kir
DEM Partiyê bi wesîleya salvegera qetlîama li hemberî Suryanan, banga hevrûbûn û edaletê li dewletê kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Qetlîama Seyfo ya li dijî Suryanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 15’ê Hezîrana 1915’an destpêka pêvajoya qetlîama li dijî yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê Suryanan e û ev tişt hate gotin: “Di vê pêvajoya Seyfo de ku tê wateya ‘şûr’, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, ji cihên xwe hatin koçberkirin, ziman, çand, bawerî û hebûna dîrokî ya gelekî xwedî kok hatiye hedefgirtin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî ku 111 sal derbas bûne jî, êşên Seyfo hîn jî di bîran de ye. Heta ku hevrûbûna bi heqîqetê re çênebe, edalet pêk neyê û berpirsyariya dîrokî neyê qebûlkirin, ev êş wê ji nifş ber bi nifşan ve dewam bike.
Gelê Suryanî ne tenê dixwaze ev hilweşîna mezin a berê were naskirin; di heman demê de dixwaze îro bi ziman, bawerî û çanda xwe weke welatiyên wekhev bijî. Ev pêdiviya civakek demokratîk û jiyana hevpar e.
Weke DEM Partî em xwedî li daxwaza edalet û hevrûbûnê ya gelê Suryanî derdikevin, kesên di Seyfo de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din îfade dikin ku em êş û bîra gelê Suryan parve dikin.”


