Vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê hate taloqkirin
Vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê yê di navbera bakur û Rojavayê Kurdistanê hate taloqkirin.

Waliyê Hesekê Nûreddîn Ehmed, têkildarî nûçeyên vekirina Deriyê Sînorê Nisêbînê yê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê li Şamê daxuyanî da.
Ehmed anî ziman ku ji bo vekirina derî hewcehî bi demekê dirêj heye û got piştî civîna li Şamê, vekirina derî taloqî demekê din bûye.
Ehmed, têkildarî dema vekirina derî tu agahî parve nekir.


