Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye ragihand ku ew ê daxwaza hevdîtinê ya Kemal Kiliçdargolu red bike.

Kemal Kiliçdaroglu ku bi “Biryara batalkriina teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hatibû wezîfedarkirin, di bernameyeke televîzyonê de gotibû ew ji bo rakirina parêzbendiya Selahattîn Demirtaş dengê erê daye û ji vê yekê ne poşman e. Li ser vê yekê di raya giştî de li dijî Kemal Kiliçdaroglu bertekên tund hatin nîşandan.
Tevî van bertekan jî Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû ku dê bi Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş ku li Girtîgeha Edîreneyê girtî ye re hevdîtinê bike.
Li gorî agahiyên ku malbata Demîrtaş belav kiriye; Selahattîn Demîrtaş gotiye daxwaza hevdîtinê hê negehiştiyê Selahattîn Demirtaş û Demirtaş gotiye heke daxwaza hevdîtinê ya ji Kiliçdaroglû bê kirin jî dê daxwazê red bike.


