Dengê kolanan û qadên têkoşînê

Di vê pêvajoyê de civaka kurd yekîtiya xwe ava kir. Lê divê ev yekîtî nemîne li kolan û qadan. Divê demildest partî û siyaseta kurdî, vê helwesta civaka kurd wekî gaveke stratejîk bibînin, sosyolojiya kolan û qadan baş fêm bike û vê helwesta kolan û qadan li ser bingeha yekîtiya neteweyî bixin nav siyaseta xwe.

1 deqe xwendin
Dengê kolanan û qadên têkoşînê

Mixabin li gorî hiqûqa navneteweyî dewlet kirde ne. Ti mafên neteweyên wekî kurdan di hiqûqa navneteweyî de tune ye. Her çiqas di dema krîz û kaosên mezin de dengên nizm, ji hinek rayedar û saziyên navneteweyî derkevin jî, mixabin ev deng li pêşiya bêhiqûqiyên li hemberî neteweyên bêstatu nagirin. Lê belê berevajiyê vê helwesta hiqûqa navneteweyî, bi berxwedan û têkoşînê civaka kurd li rojavayê Kurdistanê xwe wekî kirde da qebûlkirin. Vê kirdebûna kurdan bi awayekî felsefî rewabûna xwe bi dest xist. Jixwe di aliyê felsefî de xweparastin bingeha rewabûnê ye. A civaka kurd li rojavayê Kurdistanê kir jî ev yek bû. Civaka kurd, li hemberî çeteyên DAIŞê xwe parast û bi vê jî rewabûna xwe di nav civakên dinyayê de belav kir. Jixwe ji ber vê ye ku li tevahiya dinyayê navê Rojava heye. Her çendî rewabûna rojavayê Kurdistanê di nav civakên dinyayê de deng da be jî, di aliyê polîtîk de hêzên navneteweyî rewabûna Rojava qebûl nekir. Lewra van hêzan ti carê behsa mafên kurdan ên siyasî nekir û her tim bi çavê ‘şirîkên şer’ li kurdan meyzand. Li hemberî vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî di nav kurdan de hêrseke mezin kom bû. Ev hêrsa di nav dilê kurdan de bi şerê taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berê xwe da kolan û qadên têkoşînê. 

Bêguman ti carê plan û projeyên hêzên navneteweyî û dagirkeran li ser kurdan kêm nebûne. Ango her tim plan û projeyên van hêzan di çarçoveya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê hene. Ji ber vê yekê têkiliyeke xurt di navbera van hêzan de çêdibe. Ji ber ku dewlet dewletan esas digirin ango dewlet kirde ne, di van plan û projeyan de mafê gotinê nadin kurdan. Bi plan û projeyên wan hêzan ên nû re kurdan ferq kir ku careke din bêstatû tên hiştin. Lewra hêrsa kurdan vegeriya reflekseke neteweyî. Ev refleksa neteweyî li dora Rojava li ser bingeha xwebûn û hebûna parastina nasnameya neteweyî di serî de tevahiya Kurdistanê û li gelek navendên dinyayê deng veda.

Hêrsa civaka kurd li kolan û qadan deng veda û li seranserê Kurdistan û dinyayê bû dengê berxwedan û têkoşîna rojavayê Kurdistanê. Ji bo vê jî hêzên navneteweyî û dagirker mecbûr man ku projeya xwe ya li ser kurdan di ber çavan re derbas bikin. Naxwe projeya van hêzan ew bû ku kurdan li rojavayê Kurdistanê bi çeteyan bidin qetilkirin, da ku di sedsala nû de jî bêstatu bên hiştin. Lêbelê helwest û refleksa kurdan a neteweyî projeyên van hêzan, heta astekê dan sekinandin. Ev helwest û refleksa kurdan di encama hêrsa wan de derket holê. Kurd li kolan û qadên têkoşînê gihiştin hev û bi yek dengî navê Kurdistanê berz kir. Êdî bi dirûşmên Kurdistana mezin di çarçoveya qedera hemû kurdan yek e de hate bilêvkirin. Bêguman di vê pêvajoya êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de hest û hişmendiya kurdan a neteweyî gihîşt asta herî jor. Vê yekê bala civak, siyasetmedar, rewşenbîrên cuda careke din bir ser Rojava. Tevî hemû metirsiyên li ser Rojava jî çalakî, helwest û refleksa kurdan li tevahiya dinyayê deng veda. Lewra li gelek meclisan parlementeran piştgiriya xwe ya ji bo Rojava destnîşan kir. Li ser meselê, meclisa Katalonya daxwaza danasîna rêveberiya xweser kir, a Holandayê pêşnûmeyek li ser Rojava erê kir.

Bêguman ev di encama berxwedan û têkoşîna dengê kolan û qadan de derket holê. Lêbelê peyama sereke ya ji van kolan û qadan li ser bingeha xweparast, hişmendiya neteweyî û yekîtiya kurdan bû. Jixwe li kolanê baweriya kurdan ji ti hêzan nemabû. Lewra kurdên li qadan dibêjin ku divê em kurd mil bidin hev. Ev yek di dirûşmên tên berzkirin de xwe nîşan dide. Li ser meseleyê dirûşma "xwişk-biratiya gelan" an jî "bijî berxwedana HSD'ê" nayên berzkirin, li şûna van "yek e yek e yek e, gelê kurd yek e." Û "bijî berxwedana YPG/YPJê" ji qadan bilind dibin.

Tevî hemû hewldanên rayedarên dewletên dagirker û çend kesên trolên medyaya civakî jî kurdan li kolanan heman dirûşm berz kir û got: Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e. Ango kurdan li kolan û qadên têkoşînê tevî hemû sabotajên dewletên dagirker helwest û tifaqa xwe xira nekir. Rojava bû qiblegeha hemû kurdan û ji lewra li seranserê dinyayê kurd û dostên wan ji bo Rojava derketin kolanan. Herwiha kurdan ne tenê li qadên çalakiyan mil dan milên hev, di heman demê de li kolan û eniyên şer ên Rojava jî mil dan milên hev. 

Azadî ne mafekî razber e, li ser têkiliyên civakî yên şênber tê avakirin. Tişta li kolan û qadên têkoşînê derket holê jî daxwaza azadiya kurd û Kurdistanê bû. Ango hêrsa civaka kurd a li kolan û qadên têkoşînê derketî holê, ne hesteke jirêzê bû. Di bingeha vê hêrsê de helwesta kurdan a li dijî dagirkerî û bêstatuhiştinê hebû. Jixwe gelek kes vê hêrsê wekî şikestineke di navbera kurd û tirkan de dibînin. Lê ev ne hêrseke hestiyar bû. Ev helwesta li dijî dagirkeriyê ye. Ev helwesta li dijî bêstatubûnê bû. Ev helwesta li dijî qirkirinê bû. Bêguman di şênberkirina vê helwestê de rol û misyona çapemeniya kurdî nayê înkarkirin. 

Heta niha kurd di nav berxwedanê de bûn. Lê ji Rojava şûn de kurdan li kêleka berxwedanê têkoşîn jî meşand. Hemû hêzên dagirker û navneteweyî dît ku bêyî kurdan nikarin hespê xwe li Rojhilata Navîn bibezînin. Lewra mecbûr man ku projeyên xwe yên li ser kurdan ferz dikirin, careke din di ber çavan re derbas bikin. Ev yek saya serê berxwedan û têkoşîna hemû kurdan bû. Helbet ev hêz wê li ser plan û projeyên xwe bisekinin û ji bo pêk bînin wê gelek rê û rêbazên cuda biceribînin. Lewra divê ev helwesta kurdan her tim zindî bimîne. 

Bi kurt û kurmancî, di vê pêvajoyê de civaka kurd yekîtiya xwe ava kir. Lê divê ev yekîtî nemîne li kolan û qadan. Divê demildest partî û siyaseta kurdî, vê helwesta civaka kurd wekî gaveke stratejîk bibînin, sosyolojiya kolan û qadan baş fêm bikin û vê helwesta kolan û qadan li ser bingeha yekîtiya neteweyî bixin nav siyaseta xwe. Li ser bingeha yekîtiya neteweyî plan û projeyên deynin pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de, çend pêşniyarên şênber; 1. 6ê sibatê wekî “Roja Yekîtiya Neteweyî” were îlankirin; 2. Divê êdî em hemû kurd, partî û rêxistinên kurdî li ser ala neteweyî li hev bikin, ango divê ala Kurdistanê ji aliyê hemû partî, rêxistin û kurdan ve bê qebûlkirin; 3. Herwiha divê çapemeniya kurdî di bin sîwaneke giştî û di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bê gel hev û saziya çapemeniya Kurdistanê ava bike.