Deniz Çiya serî li ber kirêtiyê dananî

Artêşa HTŞê artêşa talan û xenîmetê ye. Êrişên ser niştecihên kurd ên Helebê di encama bazara nepen a di navbera Enqere û HTŞê de çêbû. Dewleta tirk jiholêrakirina destkeftiyên şoreşa Rojava sond xwariye û vê jî wek maf dibîne. AKP û MHP, bûne sebeba kuştina keç û xortên Efrînê.

1 deqe xwendin
Deniz Çiya serî li ber kirêtiyê dananî

Ji destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê ve, jinan rista sazkirina pergalê da ser milê xwe. Civaka Rojava, ji vê seknê hêz girt. Jinên ku ji bo azadiyê berê xwe dan nav refên şoreşê, bi pêşvebirina civakê ji bêderfetiyan qadên nû yên azadiyê afirandin; di vê rêwîtiyê de ti demê gav bi paş ve neavêt. Di çanda civaka rojavayê Kurdistanê de jin, stûna şoreşê ye. Jin, sembola dayînê ya bereketê ye. Jinan hebûna xwe, bi pêşxistina şoreşê re girt destê xwe. Tev bi keda destê wê çêbû. Wê hêza xwe, ji çelengiya şervanan wergirt. 

Bi armanca bidestxistina wekheviyê, jin û mêr bi hev re ketin rê. Li dijî zilamê kirêt-rûreşiya DAIŞê di heman sengerê de bi serketin. Ji xwedîderketina li nirxên şoreşê, jin xwe berpirsiyar dibînin. Ji bo pêşdebirina sazî û mezinkirina dezgehên xwe-rêveberiyê, xwe erkdar dibînin. Rizgariya nasnameyê, di pêşxistina pergala rêveberiya xweser de dît. Ji lewma avakirina mêjiyê şoreşê, xelasiya ji koletiyê ye. 

Bi saya vê xîretê, civak xweşik/sipehî bûye. Di mercên zor û zehmet ên şoreşa Rojava de, jin û mêran di refên pêş de mil bi mil şer kir û bûn pakrewan. Bi hev re bûn rêhevalên jiyanê. Di nav şert û mercên zehmet ên şer de bingeha pîvanên jiyanê çêbûn. Lê ev bi hesanî di rojêkê de pêk nehat. Jinan, di çareserkirina pirsgirêkên civakê de rolek girîng a berbirsiyariyê li xwe girt. Di pêkanînê de gelek zorî û zehmetî dîtin. Di çanda şoreşê de jin, pîroz e, sembola rûmetê ye… 

Çeteyên ku dewleta tirk bi salan e wan li dijî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê şemboz dikin, 6ê çileya 2026an, êrişê ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê kirin. Ev êriş demek dirêj bû ku ji hêla îktidara dewleta tirk ve dihat amadekirin. Ji hêla din ve hêzên emperyalîst bi bêdengiya xwe ev plana valakirina taxên kurdan ên Helebê erê kir. Sazkirina vê hovîtiyê ya li dijî niştecihên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, bi erêkirina hêzên koalîsyonê pêk hat. Kurd kirin qurban. Bi navbeynkariya Amerîkayê ku di navbera dewleta tirk, Îsraîl û HTŞê de li Parîsê li ser esasê guhertinên nû yên demografîk bi peymanekê ew li hev anîn. Piştî vê lihevkirinê êrişî ser şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kirin. Êriş, li hemberî hebûna kurdan pêk hat.

Artêşa HTŞê artêşa talan û  xenîmetê ye. Êrişên ser niştecihên kurd ên Helebê di encama bazara nepen a di navbera Enqere û HTŞê de çêbû. Dewleta tirk jiholêrakirina destkeftiyên şoreşa Rojava sond xwariye û vê jî wek maf dibîne. AKP û MHP, bûne sebeba kuştina keç û xortên Efrînê. Çareserî bi rijandina xwînê nabe. Divê bê zanîn ku, xeteriya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nebûye. Têkildarî dosyaya Sûriyeyê di navbera zilhêzên cîhanê de şerekî bêeman heye. Herkes li gorî berjewendiyên xwe, li herêmê destwerdan dike! Têkildarî Sûriyeyê di vabera hêzan de, nakokî hene. 

Çeteyên DAIŞê cenazêyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Helebê Deniz Çiya ku di parastina rewa ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbû ji qata sêyan a avahiyekê de avêtin xwarê û di belavkirina dîmenê vê hovîtiyê de texsîr nekirin. Ya rastî ev ne cara ewil e ku cîhadistên hov, vê rûreşiyê tînin serê cenazeyên şervanên azadiyê…

Hîna dîmenên êrişên sala 2018an ên li ser Efrînê ji bîra me neçûne ku destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJê Barîn Kobanê, dîsa 2019an, li başûrê Kobanê komên paramilîter li dijî cenazeyê şervana YPJê Amara Rênas destdirêjî kir. Ev sûc sala 2019an, di dema dagirkirina Serêkaniyê de xwe dubare kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiyê sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, rasterast  hedef girt. Divê were zanîn ku ev polîtîkaya destdirêjiyê ya li dijî bedena jinan tê bikaranîn ne pêkanîneke nû ye. Ji salên 1990î ve ev kirêtî/rûreşî li şerê li çiyayên Kurdistanê, li hemberî cenazeyên gerîlayan hat bikaranîn. Bi dehan car vê hişmendiya kirêt û çepel xwe dubare dike… Ji bo vê sepandinê gotina hovîtî, zimandirêjî û kirêtî têr nake ku mirov vê rewşê rave bike! Yek ji berdewamiya polîtîkayên qirkirinê ye. Bi vê şêwazê hewl didin ji sekna jinên şoreşger tolê bigirin. Armanc şikandina rûmeta gelê kurd e.

Şoreşa Rojava kakilê Kurdistanê, ruhê lehengiyê ye. Xelkê çar hêlên Kurdistanê li hemberî vê hovitiyê, gelekî bi hêrs e. Gelê kurd bi berxwedana Deniz Çiya û Ziyad Heleb şanaz e. Deniz û Ziyad ji bo parastina gelê xwe giyanê xwe feda kirin. Deniz Çiya û Ziyad Heleb, Şêx Meqsûd kirin Keleha Dimdimê. Ew stêrkên şoreşê ne. Em berxwedana we ya bêeman ti carê ji bîr nakin. Heval; hûn ê tim di dilê me bin. Deniz Çiya, li hemberî hovîtiyê serî netewand. Li hemberî kirêtiya zilamê hov serî dananî. Xelkê Efrînê, dilsozê keda we egîdan e. Deniz Çiya, neteweyek e, ji koka darê zeytûnê ye; qîza çiyayê Kurmênc e…